Hevjînê wê di dema rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû: Çi karê Tirkiyeyê li Kobanê heye? 2022-12-04 09:01:05   ŞIRNEX - Aynûr Elçîoglû, hevjîna Abdullah Elçîoglû yê ku di sala 2014'an de li Kobanê di berxwedana li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, wiha bertek nîşanî êrişên li ser Kobanê da: "Kobanê çi kiriye, doza çi li Kobanê dikin? Çi karê Tirkiyeyê li Kobanê heye?"   Dewleta tirk bi hinceta teqîna li Taksîma Stenbolê ku di 13’ê mijdarê de çêbûbû, di şeva 19-20'ê mijdarê de ji hewa ve êriş birin ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hin deverên Herêma Federe ya Kurdistanê. Di êrişên hewayî yên ewil ên dewleta tirk de, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Îsam Ebdullah jî di nav de zêdetirî 11 kes hatibûn qetilkirin. Êrişên dewleta tirk ên li ser Kobanê, Şehba, Girê Spî, Zirgan û Dêrikê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber berdewam dikin.    Aynûr Elçîoglû, hevjîna Abdullah Elçîoglû (36) yê ku di sala 2014’an de di berxwedana li dijî DAIŞ’ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû, bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Kobanê da û xwest demildest ev êriş bên sekinandin.   Abdûllah Elçîoglû, di 2014'an de gava DAIŞ'ê bi hemû hêza xwe Kobanê dorpêç kiribû, tevî 5 zarokên xwe berê xwe dabû Kobanê û di 2'yê tebaxa heman salê de li Kobanê di dema êrişên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû.    'BI HAWARA ZAROKÊN KOBANÊ ÇÛ'   Aynûr Elçîoglû anî ziman ku hevjînê wê bi hawara zarokên Kobanê çûye û got ku kesekî xwedî wijdan bû û wiha got: "Me bi hev re televîzyon temaşe dikir. Li Kobanê zarok û kal dihatin topbarankirin. Dihatin kuştin û birîndar dibûn. Ji tîna û birçîna dimirin. Ev yek gelekî bandor li me kir. Hevalê min ji dayika xwe re got, 'Ez ê çawa bikaribim biçim wê derê?' Me nedizanî ku wê biçe wê derê. Ji dayika xwe re got, 'Niha heke ev zarokên me bûna, heke bi vê yekê re rû bi rû bimana ma dê kes nehata alîkariya me?' Piştre got, 'Divê em bi hawara van zarokan ve biçin.' Dîmenên di televîzyonê de dihatin belavkirin bandor lê dikir. Û berê xwe da Kobanê. Piştî ku çû Kobanê, du sal bi ser re derbas nebûn em jî ketin heman rewşê de. Em jî wekî xelkê Rojava koçber bûn. Me jî heman êş kişandin. Ew bi hawara zarokên Kobanê çûn û em jî li vir rastî êrişan hatin. Bavê 5 zarokan bû. Piştî ku ew dîmen temaşe kirin, wijandanê wî qebûl nekir û çû."   'XEW BI ÇAVÊ ME NAKEVE'   Elçîoglû bi lêv kir ku sekinandina van êrişan bi tifaqê pêkan e û wiha axivî: "Çima îro dîsa êrişî Kobanê dikin? Kobanê çi kiriye, doza çi li Kobanê dikin? Bêyî bibêjin ev dibistan e, nexweşxane ye, park e, hema êriş dikin. Çawa xew bi çavê we dikeve? Dewletê navê DAIŞ'ê li xwe kirin û êrişî Kobanê kir. Em naxwazin dîsa êrişî Kobanê bikin. Xew bi çavê me nakeve. Bes e ji van komkujiyan re. Divê em mil bidin milê hev û li hemberî van êrişan rabin. Bila tevahiya cîhanê ji vê komkujiyê re bibêje êdî bes e. Divê cîhan xwe bêdeng neke. Kîjan kurd li ku dibe bila bibe divê mil bidin milê hev. Zarok, ciwan, kal tên kuştin. Bila bes kuştin çêbibin."   'AXA MIROV ÎMANA MIROV E'   Bi domdarî Elçîoglû xwest ku êrişên hatine destpêkirin bên sekinandin û axaftina xwe wiha qedand: "Em dibêjin biratî, aştî û wekhevî. Ew dibêjin neyartî. Hûn di kîjan wextê de ne? Ma we zarok nîn in ku hûn vê dikin? Heta kengî kuştin? Bila bes ev komkujî çêbibin. Divê em li ber xwe bidin. Ji hewayê ve êrişî Kobanê dikin. Ma ew nafikirin ku ew bombe dê kê bikuje? Ma wijdanê wan tune? Gava em ketin destê DAIŞ'ê, em xwedî li hev derneyên, ma em ê kengi xwedî li hev derkevin? Em hemû wek hev in. Ger îro êriş li wan bê kirin, dê sibê êrişî me ji bikin. Bila bes dayik bigirin. Çi karê Tirkiyeyê li Kobanê heye? Tu çawa êriş diki, tu çawa radizê? Axa mirov îmana mirov e. Heke em li axa xwe xwedî dernekevin, dê îmana me jî tune be."