Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: CPT parçeyeke konsepta tecrîdê ye 2022-12-04 09:54:26   AMED - Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker diyar kir ku CPT di mijara tecrîdê de li gorî polîtîkayên Tirkiyeyê tevdigere û wiha got: “CPT jî parçeyeke konsepta tecrîdê ye.”     Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin ev 619 roj in tu agahî nayên girtin. Parêzerên Ocalan di 22’yê mijdara sala 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dabûn û dadgeriyê jî bi hinceta qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan ku di 12’ê cotmeha 2021’an de hatibû dayîn û cezayê disiplînê yê qedexeya hevdîtina bi malbatê re yê ji bo 3 mehan ku di 18’ê tebaxa 2021’an de hatibû dayîn, ev serlêdan red kir. Qedexe di 18’ê mijdara 2021’an de bi dawî bûbû lê dîsa jî cezayê “disiplînê” weke hincet hate nîşandan û serlêdan tên astengkirin. Di heman demê de Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), di navbera 20-29’ê îlonê de ji bo hevdîtinê çûbû Îmraliyê lê belê derket holê ku Ocalan ev hevdîtin qebûl nekiriye. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî mijarê daxuyanî da û ev rewş weke “protestokirina qedexeya hevdîtina bi parêzeran re” nirxand.    Hevserokê Giştî yê Buroya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker têkildarî serlêdana CPT’yê û derneketina hevdîtinê ya Ocalan bi ajansa me re axivî.    ‘EM BI BÊHIQÛQTIYÊ RE RÛ BI RÛ NE’    Şeker, da zanîn ku roja Ocalan anîne Îmraliyê heta niha tecrîda li ser wî didome û wiha got: “Ji ber polîtîkayên ku diguherin ên desthilatdariyê, ji sala 2011’an heta niha tecrîdeke giran li ser birêz Abdullah Ocalan heye. Divê pêvajoya sala 2014’an weke prosedûreke cuda bê nirxandin. Wê demê jî hevdîtina bi parêzeran re dihat astengkirin. Mijara agahînegirtina mutleq, bi taybet jî piştî sala 2015’an pir zêde bû û heta grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê yên sala 2018-2019’an berdewam kir. Di encama berxwedaneke mezin a civakî de Wezareta Dadê û hikûmeta AKP’ê destûr da ku parêzer biçin Îmraliyê. Lê ji tebaxa 2019’an heta niha parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Di adara sala 2021’an di dema pandemiyê de li ser telefonê hevdîtineke bi qasî 4 deqeyan hat kirin. Di wê hevdîtinê de birêz Ocalan got; ‘Ev sepan, sepaneke korsan û derhiqûqî ye. Dewlet xeletiyê dike. Daxwazeke min a hevdîtina bi parêzeran re heye.’ Bi ser wê hevdîtinê re 20 meh derbas bûn. Di nava van mehan de agahînegirtineke mutleq heye û tu daxwaz nayên qebûlkirin. Ev rewşa tecrîdê ne li gorî hiqûqa navxweyî û ne jî ya navneteweyî ye. Mixabin ku sepaneke derhiqûqî û sepanên taybet ên şexsî ne.”    ‘CEZAYÊ DISIPLÎNÊ ASTENGÎ NÎNE’    Bi domdarî Şeker got ku li Girtîgeha Îmraliyê sepanên fiîlî yên dewletê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevdîtinên berê bi hincetên weke ‘keştî xerabe ye’, ‘rewşa hewa baş nîne’ û hwd. dihatin astengkirin. Ji sala 2015’an heta niha jî di şertên OHAL’ê de sepanên nû ketin meriyetê. Bi KHK’an hinek guhertin di qanûnan de çêkirin û hinek sepan li gorî xwe di qanûnan de bi cih kirin. Lê dema em lê dinihêrin, ev yek hêj niha jî ji bo hevdîtina bi parêzeran re astengî nînin. Wezîrê Dadê yê demê Abdulhamît Gul gotibû ku ji vir û şûnde ji bo hevdîtinên bi birêz Ocalan re tu astengiyên hiqûqî nînin. Jixwe nebûn û wan jî ev yek qebûl kir. Heta demekî dirêj bersiv nedan serlêdanên parêzer û malbatan. Ji bo ku dema mijar diçe ber destê CPT û DMME’yê ji xwe re hincetekî bibînin, îcar qala cezayên disiplînê kirin. Jixwe cezayên disiplînê jî di CMK’ê de hatine destnîşankirin û wiha tê gotin; ‘Di dema cezayên disiplînê de jî hevdîtina bi parêzeran re nayê astengkirin.’ Anku di qanûnê de diyar e. Anku ji bo hevdîtina parêzeran a bi birêz Ocalan re ev cezayên disiplînê astengî nînin. Heke cezayên wisa hebin jî, gelo çima bi parêzeran re nayên parvekirin? Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re derhiqûqtî ye. Di CMK’ê de ji bo qedexeya hevdîtina bi parêzeran re wiha tê gotin; ‘heke were tespîtkirin ku hevdîtina kesekî ya bi parêzeran re di çarçoveya rêxistinî de ye, ev rewş ji dadgehê înfazê re tê ragihandin û ne hevdîtina wî kesî ya bi parêzeran re lê ya wî parêzarî ya bi kesî re dikare bê astengkirin.’    Anku biryareke di vê mijarê de tune ye. Bi tu awayî nehatiye tespîtkirin û tu biryarên dadgehî û girtek nînin ku bibêjin birêz Ocalan bi kîjan parêzerê xwe re pêwendiyên rêxistinî danîne. Lê bi hinceta cezayên disiplînê hevdîtina bi hemû parêzeran re tê astengkirin. Tu bingeheke vê sepanê ya hiqûqî tune ye. Ev biryar, biryarên desthilatdariyê yên li gorî demê ne. Anku biryarên hiqûqî nînin.”    BERTEK NÎŞANÎ CPT’YÊ DA    Di berdewamê de Şeker anî ziman ku ji roja Ocalan anîne Îmraliyê heta niha CPT jî bûye parçeyeke konsepta sepanên li Îmraliyê û wiha domand: “Anku rola CPT’yê ya di vê tecrîdê girîng e. Ji ber ku ev sazî bi wesfa saziya çavdêriyê radibe û divê di demên diyar de biçe girtîgehê, rewşa li wir tespît bike, raporan biweşîne, pêşniyaran bo Tirkiyeyê bike û jê bixwaze ku rewşa heyî baştir bike. Lê di vê mijarê de rola xwe bicih nayîne. Dema pêvajoyê dişopîne, di mijara ketina nava liv û tevgerê de pirsgirêkên cidî hene. Di vê serdana dawî de jî heman pirsgirêk hebûn. Bi peywira xwe ranabe. Ew jî li gorî pêdivî û polîtîkayên Tirkiyeyê tevdigere. Armanca wê ya hatina Tirkiyeyê ew e ku têkildarî vegerandina penaberan de çavdêriyê bike û di wê navberê de çûye giravê. Ev rewş, rewşeke awarte ye. Ne rewşekî asayî û rûtîn e. Ev yek jî fikaran zêde dike. Gelo çima hewcehî pê dît ku biçe Îmraliyê? Ya din jî li wir hevdîtinek pêk neanî lê derheqê wê de tu agahî nedan. Ev jî nîşan dide ku agahiya ku Ocalan derneketiye hevdîtinê rast e. Em nizanin bê ka li wir çi diqewime. Divê raya giştî agahdar bikin. An Wezareta Dadê yan jî CPT di vê mijarê de raporekî parve bike. Bicihneanîna peywira xwe, nêzikatiya necidî ya saziyê nîşan dide.”    BERSIVÊ NADIN SERLÊDANÊN PARÊZERAN   Şeker, serlêdana 775 parêzeran a di 10’ê hezîranê de ji bo rakirina astengiyên li pêşiya parêzeran a bi Ocalan re bi bîr xist û wiha pê de çû: “Lê mixabin Wezareta Dadê û Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hêj bersivek nedane. Ev rewş nîşaneya têkçûna mekanîzmaya dewletê ya ji sala 2015’an ve ye. Bersivnedayîna serlêdaneke îdarî yan jî hiqûqî, li dijî dînamîkên navxweyî yên dewletê ye. Bêcidiyetiyeke fiîlî li holê ye. Em jî li dijî vê rewşê têdikoşin. Divê Wezareta Dadê di çarçoveya hiqûqê de tevbigere û em jî têkoşîna vê dimeşînin. Piştî ku serlêdanên 775 parêzeran nehatin bersivandin, me li gelek bajaran serî li baroyan da. Me xwest ku baroyên heyî û Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TTB)li dijî vê rewşê bikevin nava hewldanan. Qedexekirina hevdîtina parêzeran a bi birêz Ocalan re, astengkirina xebatên parêzertiyê ye. Divê TTB û baro li dijî vê binpêkirinê bang li Wezareta Dadê bikin. Tecrîda li ser birêz Ocalan, tevahiya civakê eleqedar dike. Lewma divê hemû derdor bertekê nîşan bidin. Pergala li Îmraliyê, li hemû girtîgehan û li her qada jiyanê belav bûye. Banga min ji bo hemû parêzerên demokrasîxwaz, azadîxwaz û aştîxwaz ewe ku li dijî vê bêhiqûqtiyê dengê xwe derxînin. Heke tecrîd ji holê rabibe, dê bingeha tunekirina hemû bêhiqûqtiyan jî ava bibe.”    MA / Eylem Akdag