MKGP û DFG çûn serdana rojnameger Tûrfent 2022-12-04 10:10:46   COLEMÊRG - Endamên MKGP û DFG’ê çûn serdana rojnameger Nedîm Turfent ku piştî 6 sal û 6 mehan hatibû berdan.    Rojnameger Nedîm Tûrfent, di 13'ê gulana sala 2016'an de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistina” hatibû girtin. Tûrfent, piştî 6 sal û 6 mehan, di 29’ê mijdarê de ji Girtîgeha Tîpa K-1.A ya Qereqoçan a Xarpêtê hatibû berdan. Endamên Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) çûn serdana rojnameger Tûrfent.    Di serdanê de rojnamegeran ji ber berdana Tûrfent keyfxweşiya xwe anîn ziman û peyama piştevaniyê dan.