'Girtîgeh veguherîne qadên îşkencexaneyê’ 2022-12-04 10:26:12   STENBOL - Kekê girtî Çetîn Yildiz ku li Girtîgeha Tarsûsê tê ragirtin, Abdullah Yildiz diyar kir ku midûrê girtîgehê yê nû bi miameleyeke xerab nêzî girtiyan dibe û wiha got: “Girtîgeh veguherîne qadên îşkencexaneyê. Divê wezîrê dadê peywira xwe bi cih bîne.”    Girtiyê bi navê Çetîn Yildiz di sala 2016’an de dema li Kirşehîrê zanîngeh dixwend, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin. Sê roj piştre jî hate berdan û di lêpirsîna derheqê wî de biryara neşopandinê hat dayîn. Yildiz, di 5’ê gulana 2017’an di encama serdegirtina malan a li Stenbolê de bi hinceteke mîna ya berê dîsa hat binçavkirin. 14 rojan di bin çavan de ma û piştre hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Kirşehîrê. Di danişîna 4’emîn a Yildiz a di 26’ê çileya sala 2018’an de 9 sal û 9 meh cezayê hefsê hate dayîn. 3’yemîn Daîreya Dadgeha Bilind bi sedema “cezayekê zêde hatiye dayîn, şahid nehatine guhdarkirin” ev ceza betal kir. Dagdeha Cezayên Giran a Kirşehîrê jî li gorî vê biryarê tevgeriya û cezayê Yildiz daxist 9 salan. Vêcarê jî Dadgeha Bilind got; “ji bo rewşa wî ya baş ceza nehatiye daxistin û gelek ceza hatiye dayîn” dîsa cezayê hatiye dayîn betal kir.    QEDEXEYA HEVDÎTINA VEKIRÎ   Li dijî binpêkirinên li girtîgehê, Yildiz û 14 hevalên xwe de 19’ê gulana sala 2020’an de li Girtîgeha Kirşehîrê ketin greva birçîbûnê. Bi hinceta greva birçîbûnê, cezayê disiplînê li girtiyan hate birîn û piştî greva birçîbûnê ya 123 rojan, her girtiyek şandin girtîgeheke cuda. Yildiz jî sewqî Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Tarsûsê. Bi hinceta greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirşehîrê, cezayê “qedexeya hevdîtinê vekirî û çalakiyên civakî” lê hat birîn.    'ÎŞKENCEXANE’    Kekê Yildiz, Abdullah Yildiz têkildarî binpêkirinên li dijî girtiyan tên kirin axivî û wiha got: “Girtîgeha Kirşehîrê, îşkencexane ye. Li vir îşkenceyên cur bi cur li girtiyan tên kirin. Di dema pandemiyê de tu tevdîr nehatin girtin. Berevajî vê, gardiyanan ji girtiyan re digot; ‘ez bi koronayê ketime û dê we jî pê bixim. Hûn bimrin jî haya kesekî ji we nabe.’ Ev gef dixwarin. Birayê min û hevalên xwe jî li dijî van sepanan ketin greva birçîbûnê. Lewma şandin Girtîgeha Tarsûsê. Li wir jî heman sepan hene. Birayê min di hevdîtina dawî ya li ser telefonê de got ku ji ber greva birçîbûnê ya li Kirşehîrê, cezayê disiplînê yên weke qedexeya tevlibûna çalakiyên civakî, yên sporê, hevdîtinên vekirî û bisînorkirina kotaya cil û bergan û pirtûkan li wî tên birîn. Em jê re solan dişînin, bi hinceta ku tê de hesin heye nadinê. Di serê sibehê saet di 4’an de bi ser qawîşan de digirin û dest datînin ser alavên wan ên weke radyo, pirtûk, pênûs, cil û berg û hwd..  Heta demekî jî nadin.”    ‘DÎL HATINE GIRTIN’   Bi domdarî Yildiz da zanîn ku li Girtîgeha Tarsûsê 10 roj cezayê hucreyê li girtiyan hatiye birîn û ev agahî parve kirin: "Hevalên me yên li girtîgehê dibêjin; ‘Li gel ku cezayê hevalên me yên li Tarsûsê xelas bûne jî dîl tên girtin û nayên berdan. Ji ber xwe ve lijneya disiplînê ava kirine lê tu hiqûqnas di nav de nînin. Li gorî serê xwe înfazên hevalan dişewitînin.’ 2 hevalên birayê min niha dîl girtî ne. Hevalên girtî dixwazin ku gel di vê mijarê de bihestiyar tevbigere û rê nedin îşkence û zextên li girtîgehan.”   GIRTÎ TÊN DERBKIRIN    Yildiz, destnîşan kir ku nêzî 4-5 meh berê midûrê Girtîgeha Tarsûsê guherî ye û wiha bi dawî kir: “Midûrê nû ji Girtîgeha Amedê hatiye. Dibêje; ‘min çawa ku Girtîgeha Amedê anîbe ser rê, dê wisa bi we jî bikim.’ Hevalên me her tim li cihên bêkamera tên derbkirin. Midûr tê girtiyan nîşan dide û dibêje; ‘filan kesî bi vî awayî derb bikin, filane kesî têxin hucreyê’ û hwd. Ev yek hevalan bi guhên xwe bihîstine. Gelo midûreke girtîgehê çawa ewqas îşkencekar dibe? Divê Wezîrê Dadê bi peywira xwe rabe û ev zext bi dawî bibin. Hevalên me mîna dîlgirtiyên siyasî ne. Girtîgeh veguherîne mîna îşkencexaneyê. Di nava 5-6 mehan de nêzî 70 hevalan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Em dixwazin ku girtiyên nexweş bên berdan. Li şûna ku wezîrê dadê xwe bi partiyan ve mijûl dike, bila li peywira xwe ya esasî vegere û bi cih bîne. Mirov êdî nikare ewqas zilmê ragire. Banga min ji bo her kesî ew e ku xwedî li girtîgehan derkevin.”    MA / Rûkiye Adiguzel