Li Rihayê teqîn çêbû 2022-12-04 11:12:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Di kargeheke li jêrzemîna avahiyeke 6 qatî ya li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê de teqîn çêbû.    Di kargeheke li jêrzemîna avahiyeke 6 qatî ya li Taxa Suleyman Şah a li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê teqînek çêbû. Nehat zanîn bê ka teqîn ji ber çû çêbûye. Li cihê teqînê komên polîs, agirkujiyê, AFAD û komên tenduristiyê hatin veguhestin. Piştî teqînê, hinek kargehên li jêrzemînê jê zêde bibandor bûn ku êdî nema dikarin bên bikaranîn. Hat ragihandin ku di teqînê de 4 kes birîndar bûne.