Berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ di hefteya 12’an de didome 2022-12-04 12:16:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedana “jin, jiyan, azadî” ku li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatibû destpêkirin, di hefteya 12’an de didome.    Çalakiyên protestoyî yên li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku piştî qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Emînî ji hêla rejîma Îranê ve di 16’ê îlonê de hatibûn destpêkirin, di hefteya 12’an de jî didomin. Li bajarê Abdanan ê girêdayî Eyaleta Îlam a Rojhilat, malbatên girtiyan li pêşiya dadgehan çalakî li dar xistin û xwestin ku çalakvanên hatine girtin bên berdan. Malbatan tevî êrişan jî çalakiya xwe domandin.    Li bajarê Sineyê jî komeke xwendekarên jin bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bertek nîşanî tundiya li dijî jinê dan. Li Seqizê jî ciwanan agir hil kirin û gelek rê li trafîkê girtin. Li bajarê Qurweşê jî meşa bêdeng hat lidarxistin.    Her wiha çalakiyên li bajarê Tehranê jî berdewam in. Ajokaran, çalakiya xwe ya grevê berdewam kirin.    Dê çalakvanên ji rojhilatê Kurdistanê û Îranê di 5 û 7’ê kanûnê de li seranserî welêt grev û çalakiyan li dar bixin. Ji bo tevlibûna grev û çalakiyan bang tên kirin.