Malbata Şenyaşar: Ji bo Nemrûdan li Rihayê cih tune ye! 2022-12-04 12:25:38   RIHA – Malbata Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê ya îro de ev peyam da: “Têkoşîna me ya heq a di rêya Hz. Îbrahîm de berdewam e. Ji bo Nemrûdan li Rihayê cih tune ye!”   Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî Malbata Şenyaşar kir û di encamê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 636’an de berdewam kir. Di dawiya hefteyê de edliye girtî ye lewma malbatê nobeta xwe li Pirsûsê li mala xwe domand.    Malbatê têkildarî nobetê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Em, têkoşîna xwe ya heq a di rêya Hz. Îbrahîm de ya li bajarê pêxembaran Rihayê ku Nemrûd di agirê xwe de xeniqand, didomînin. Ma edaleta we ev e? Ma vîzyona we ev e? Ji bo Nemrûdan li Rihayê cih tune ye!”