Ji Îranê biryara ‘polîsên exlaqê’ 2022-12-04 12:31:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku rejîma Îranê peywira “Polîsên exlaqê” ku jina ciwan a kurd Jîna Emînî qetil kiribûn, hate sekinandin.    Li gorî nûçeya Rojnewsê ku dispêre ajansa IRNA’yê; peywira “polîsên exlaqê” ku bi qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Emînî re ketibûn rojevê, hate sekinandin.    Serdozgerê Giştî yê Îranê Muhammed Cehfer Muntezrî di torenekê de pirsa “gelo rast e ku peywira polîsên exlaqê hatiye sekinandin” wiha bersiv da: “Tu eleqeya polîsên exlaqê bi darazê nîne. Biryara damezirandin û girtina wan li heman cihî hatiye dayîn.”   Muntezrî, di civîna taybet a di 1’ê kanûnê de jî ji bo çalakiyên li Rojhilat û Îranê wiha gotibû: “Meclis û Lijneya Bilind a Şoreşa Îslamê, li ser mijara laçikan hevdîtinan dikin. Dê encamên hevdîtinan di nava 15 rojên pêş de bi raya giştî re bên parvekirin.”