Bayram piştî 30 salan hate berdan 2022-12-04 13:22:43   AMED – Zulfîkar Bayram ku 30 sal û 40 roj bûn di girtîgehê de, îro hate berdan. Bayram, diyar kir ku her çend ku ji ber berdana xwe keyfxweş jî be, li hêla din jî ji ber hevalên xwe yên girtî xemgîn e.     Zulfîkar Bayram, piştî 30 salan ji Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê di 60 saliya xwe de derket. Bayram, di sala 1992'yan de li gundê Kahbê yê girêdayî navçeyê Sûra Amedê hat binçavkirin. Di dema bincavkirinê de nêzî 40 rojan rastî îşkenceyeke giran hat. Piştre jî di Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) de hat darizandin û bi îdiayên “yekitî û yekparetiya dewletê xerab kiriye” û “endamtiya rêxistinê” cezayê muebbetê lê hat birîn.    AXA AMEDÊ MAÇ KIR   Bayram, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe ve bi çepik û tililiyan hat pêşwazîkirin. Bayram, di dema derketinê de wiha got: “Ev 30 sal ewqas bi hêsanî derbas nebûn. Derfetên pir zor û zehmet bûn. Di gelek girtîgehan de mam. Ji hêlekî keyfxweş û ji hêla din ve jî ji ber hevalên xwe yên di girtîgehê de xemgînim. Hêviya min ew e ku di demekî herî nêz de em bi hev re azad bibin. Nikarim hestên xwe vebêjim. Ji bo hevalan serkeftinê dixwazim.”    Piştî axaftinê jî çû axa Amedê maç kir û got: “Piştî 30 salan, axa pîroz a Amedê maç dikim.”    LI GELEK GIRTÎGEHAN MA   Hêjayî bibîrxistinê ye ku Bayram li girtîgehê bi nexweşiyên dil, tansiyon û şekirê ketibû. Her wiha di pêvajoya 30 salan de li gelek girtîgehan hat sirgûnkirin. Heta niha li girtîgehên Elbistan, Dîlok, Yozgat, Çewlik, Osmaniye, Îzmîr, Agaoglû, Panos û herî dawî jî li Amedê hat ragirtin.