DTSO’yê tablet diyarî xwendekarên dersa kurdî hilbijartin kir 2022-12-04 13:23:28   AMED – DTSO’yê tablet diyarî 120 xwendekarên ku dersa kurdî hilbijartin û çîrokên bi kurdî nivîsandin kir.    Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) ji bo xwendekarên dersa kurdî hilbijartin pêşbirka çîrokan li dar xist. DTSO’yê ji bo 120 xwendekarên di pola 6, 7 û 8’an de dersên zaravayên kurdî yên kurmancî û dimilî hilbijartin û çîrokên bi kurdî nivîsandin tablet diyarî kir.    Têkildarî pêşbirka nivîsandina çîrokên kurdî de DTSO’yê wiha got: “Bêguman bes nake ku kurdî tenê weke dersa hilbijarî be lê gavekî binirx e. Her çend ku dersa hilbijarî be û netêrker jî be, girîng e ku zarokên me bi zimanê xwe yê dayikê bên perwerdekirin. Di demekê ku nîqaşên li ser dersa hilbijarî ya kurdî didomin de mixabin haya gelek malbatan jê nîne ku dersa hilbijarî ya kurdî heye. Di vê mijarê de berpirsyartiyeke mezin û dîrokî dikeve ser milê rojnameger, akademîsyen, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî û malbatan. Bi vê wesîleyê, ji bo ku zarokên me zimanê xwe yê dayikê ji bîr nekin û hindik jî be bên teşwîqkirin, odeya me diyar kir ku dê ji bo 120 xwendekarên di pola 6, 7 û 8’an de dersên zaravayên kurdî yên kurmancî û dimilî hilbijartin û çîrokên bi kurdî nivîsandin weke xelat tabletan diyarî bike.  Banga me ji bo hemû malbat û xwendekaran ew e ku di sala 2023-2024’an a perwerde û hîndekariyê de dersa kurdî hilbijêrin.”