Tîryakî: Heta ku tecrîd bidome dê demokrasî neyê Tirkiyeyê 2022-12-04 13:53:32   ŞIRNEX – Cîgire Hevserokê ji Lijneya Rêveberên Herêmî Berpirsyar ê HDPê Mehmet Ruştu Tîryakî bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê da û wiha got: “Heke em dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin, dê deriyê aştiyê yê Rojhilata Navîn jî vebe. Heta ku tecrîd bidome dê demokrasî neyê Tirkiyeyê.”    Civîna serdema navberê ya Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li navçeya Silopiya ya Şirnexê di roja duyemîn de didome. Civîn, li Eywana Konferansan a Şaredariya Silopiyayê tê lidarxistin û hevserokên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navend û navçeyan û hevserokên şaredariyê jî di nav de 250 delege tev li bûn.     Di civînê de pankarta “Hevserokên girtî îradeya me ne” hatiye dliqandin. Axaftina destpêkê ya civînê ji hêla Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan ve hat kirin. Fîdan, da zanîn ku vîna gel bi tayînkirina qeyûman tê xespkirin û ya esasî jî vîna gel e.    'EM Ê TIŞTÊN AYDÊ XWE DÎSA JI WAN BISTÎNIN’    Piştre jî Cîgire Hevserokê ji Lijneya Rêveberên Herêmî Berpirsyar ê HDPê Mehmet Ruştu Tîryakî axivî û got ku vîna gel bi rejîma Rewşa Awarte (OHAL) û darbeyên siyasî re rû bi rû ye. Tîryakî bi domdarî wiha got: “Kesên ku darbeyan weke lûtfa xwedê dibînin, dibêjin qey dê heta hetayê wiha bidomînin. Em ê di demekî pir kin de wan ji vê xewnê hişyar bikin. Mîna di 31’ê adarê de em ê tişta aydê xwe dîsa ji wan bistînin. Hemû kesên li ser vê xakê baş pê dizanin ku ev desthilatdariya siyasî rewa nîne. Desthilatdariyek li pêşberî me heye ku bi siyaseta xespê û rejîma tunehesibandinê hewl dide desthilatdariya xwe bidomîne. Tu nezera gelê me de tu rewabûna wan nîne.”    ‘DIXWAZIN PÊŞÎ LI BER ŞAREDARTIYA GEL ESAS DIGIRE BIGIRIN’    Bi domdarî Tîryakî sepanên qeyûman ên li Kurdistanê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Em baş dizanin ku nûnerên gel, vîna gel niha li vê eywanê ne. Tu rewabûna kesên li şaredariyan hatine tayînkirin nîne. Tenê bi korîdorên polîs û leşkeran dikevin nava gel. Ev kes nikarin bibin vîna gel. Nikarin nûnertiya gel bikin. Bi rêya xespê siyasetê dikin. Pêşî li ber vîna gel digirin û hewl didin rejîma qeyûm ava bikin. Dixwazin pêşî li ber şaredartiya gel esas digire ku roj bi roj mezin dibe bigirin. Me di 30’ê adarê de bersiveke pir xurt da û dê di adara 2023’yan de bersiveke hêj xurtir bidin û hesabê ji wan bipirsin.”    ‘ÇETEYAN DIŞÎNIN WELATÊN DIN’   Di berdewamê de Tîryakî bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Desthilatdariya siyasî ninkare otorîteya xwe qewîn bike û vê rejîma xwe ya zextê hewl dide belavî derveyî sînor jî bike. Hewl dide hebûna xwe bi rejîma şer bidomîne. Hikûmeta AKP-MHP’ê li Asya, Efrîqa, Lîbya, Sûriye û Azerbaycanê bi awayekî fermî mûçeyên çeteyan dide. Van çeteyan vediguhêzîne Iraq, Sûriye, Lîbya, Azerbaycan û Ermenistanê. Çeteyan dişîne hemû welatan. Siyaeta wan a li dijî Rojava jî ji vê cudatir nîne. Bawer bikin hebûna xwe tenê bi rejîmeke xwînî didomînin. Li her deverê dijminatiya kurdan dikin. Sedema êrişên li dijî Rojava û Başûr jî ev e. Gelê kurd jî li her çar parçeyan li dijî wan têdikoşe. Kurd ji Kobanê dizanin bê ka dê li dijî van çawa têbikoşin.”    TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ   Tîryakî, bi domdarî qala tecrîda li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û wiha bi dawî kir: “Divê em tevek li dijî vê tecrîdê têbikoşin. Ev tecrîd tenê li dijî Girtîgeha Îmraliyê nîne. Encamên wê tecrîdê niha li hemû girtîgehan tên dîtin. Heta ku tecrîda li Îmraliyê bidome, dê ev sepane li girtîgehan û li her mal, kolan û taxan jî bidome. Lewma divê em li dijî wê derkevin. Heke em dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin, dê li Tirkiye û Rojhilata Navîn deriyê demokrasiyê jî vebe. Heta ku tecrîda li Îmraliyê bidome, dê demokrasî neyê Tirkiyeyê û dê li Rojhilata Navîn jî xwîn birije. Lewma em ê bi hev re tecrîda li Îmraliyê têk bibin.”    Piştî axaftinan jî civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.