Bedela projeya Nexweşxaneya Bajar a Amedê 4 qat zêdetir bû 2022-12-04 14:33:39   AMED - Nexweşxaneya Bajar a Amedê ku piştî zêdebûna enflasyonê daxwaza tesfiyekirina îhaleya wê hat kirin, bi mixdareke ji îhaleya ewil 4 qat zêdetir dan îhaleyê.    Bi sedema krîza aborî tesfiyeya îhaleya çêkirina Nexweşxaneya Bajar a Amedê dihat kirin û ev proje dîsa dan îhaleyê. Midûriyeta Giştî ya Razemeniyên Tenduristiyê ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê, di 23’yê tebaxa sala 2021’an de bi navê “Karê çêkirina Nexweşxaneya Bajar a Peyas a Amedê ya bi kapasîteya 1000 cihên razanê” îhaleya ewil hatibû dayîn û bi bihayê milyarek û 93 milyon û 312 hezar TL’an dabû Lîmak Holdîngê. Holdîngê, krîza aborî ya heyî weke hincet nîşan da û daxwaza tesfiyekirina îhaleyê kir. Daxwaza Lîmakê ku di meha nîsanê de dest bi sekinandina înşaeta nexweşxaneyê kiribû hate qebûlkirin û îhale hat tesfiyekirin.    Piştî tesfiyeyê jî guherînên di şert û mercên aboriyê de hatin nirxandin û Nexweşxaneya Bajar dîsa dan ber îhaleyê. Fîrmayan, di navbera 23-29’ê mijdarê de ji bo çêkirina nexweşxaneyê teklîfên xwe pêşkeş kirin û ketin îhaleyê. Di îhaleyê de teklîfa herî kêm fîrmaya Înşaeta Gurbagê da ku ew jî 3 milyar û 924 milyon TL ye. Tê payîn ku îhaleyê bidin vê fîrmayê û lêkolînên komîsyonê yên têkildarî teklîfên din didomin.