TTB’ê ji bo Fîncanci banga azadiyê kir 2022-12-04 15:17:53   ENQERE - Serokê 2’yemîn ê Konseya Navendî ya TTB’ê Alî Îhsan Okten daxwaza berdana Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci kir û wiha got: “Dê têkoşîna bijîşkan bidome.”    Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci di 26’ê cotmehê de hate binçavkirin û girtin û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 7 sal û nîv cezayê hefsê doz lê hat vekirin. Têkildarî Fîncanci, li pêşiya Navenda Giştî ya TTB’ê ya Enqereyê daxuyanî hat dayîn û daxwaza berdana Fîncanci hat kirin.    Di daxuyaniyê de Serokê 2’yemîn ê Konseya Navendî ya TTB’ê Alî Îhsan Okten axivî û da zanîn ku bi ser girtina Fîncanci re mehek derbas bû. Okten, bi domdarî wiha got: “Em, van destwerdanên dijdemokratîk ên li dijî rêgezên serbixwe yên pîşeyî hatine kirin, weke gefeke li tevahiya civakê dibînin. Heke TTB bêdeng bimîne, dê tenduristî jî bêdeng bimîne. Heke TTB nebe, dê tenduristiya civakê ya baş jî nebe. Tevî hemû zehmetiyan jî TTB’ê tenduristiya civakê her tim weke karê destpêkê dît û di hemû pêşniyar û daneyên xwe de mafdar derketiye. Divê neyê jibîrkirin ku heke TTB nebe têkoşîna mafê tenduristiyê û têkoşîna bijîşkan jî nabe.”   Okten, got ku bi hêza ku ji dîroka rêxistina xwe ya pîşeyî digirin mîna duh dê îro jî li cem Fîncanci bin. Okten, daxwaza berdana Fîncanci kir û wiha bi dawî kir: “Tu heqê wan kesên ku ji bo tenduristiya gel û mafên bijîşkan tiliya xwe jî nalivînin nîne ku derheqê qanûn û pêşeroja TTB’ê de biaxivin. Me soz daye civak û bijîşkan ku dê tenduristî û keda wan biparêzin û mîna duh, em ê îro jî li hemberî tu desthilatdariyan paşvegavê neavêjin. Weke TTB’ê, bêyî ku em guh bidin bê ka kî desthilatdarî ye, mîna di her serdema dîrokê de em ê îro jî ji bo bijîşkan, li gel bijîşkan têbikoşin.”