HSD: Dewleta tirk 46 gund topbaran û bombebaran kir 2022-12-04 15:25:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandina HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk 46 gund topbaran û bombebaran kir. HSD’ê da zanîn ku hêzên wan jî bersiv dane êrişan.    Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 3’yê kanûnê ya êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir. Di daxuyaniyê de HSD’ê diyar kir ku êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 14’an de berdewam dikin û wiha got: “Dagirkerî li ser herêma ji Dêrikê heta herêmên Şehbayê topbarana bi tankan û balafirên bêmirov berdewam dike û duh jî zêdetirî 46 gund hatin armancgirtin.”   Encama êrişên dewleta tirk ên ji saetên dawî ya roja 2’yê kanûnê heta 3’yê kanûnê wiha ne:    “ÊRIŞÊN 2’YÊ KANÛNÊ    Herêma Cizîrê;   Til Temir: Gundên Um El Kêf û Gozeliye 5 caran bi obusan hatin topbarankirin.   Herêma Firatê;   Kobanê: Gundên Zormexar, Çarixlî, Koran û bajaroka Şiyûxê carek bi obusan û 5 caran jî bi hawanan hatin topbarankirin.   Girê Spî: Gundên Kor Hesen, Bîr Kêtik, Silêybî, Evdokî, Şorbenîsk û Mealîk bi obus, hawan û tankan hatin topbarankirin.   Minbic: Gundên Um El Edesa û Ewn Dadat 5 caran bi hawanan hatin topbarankirin.   Tirwaziye: Bejahiya bajaroka El Kenterî bi obusan hat topbarankirin.   ÊRIŞÊN 3’YÊ KANÛNÊ    Herêma Efrînê   * Gundên Bênê, Soxaneke, Meyasê, Tatmaraş, Merenaz, Şewarqa, Zîwan, Medîyûnê, Hirbilê, Samûqa, Til Madîq, Minix, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa û bajaroka Til Rifat 39 caran bi obusan, 20 caran bi hawanan hatin topbarankirin.   Herêma Cizîrê   Til Temir: Gundên Til Leben, Til Tewîl û Gozeliye bi obus û hawanan hatin topbarankirin.   * Li gundê El Mûcîbira guleyek ku di topbaranên berê de neteqiya bû îro bi zarokan ve teqiya. Di encamê de 4 zarok birîndar bûn.   Amûdê: Balafirên keşfê li ser rêya Amûdê nêzî gundê Raya seyareyek hêzên me kir hedef. Di encamê de 2 şervanên me şehîd bûn.    Zirgan: Gundên Esediye, Bobî û Xidrawî 10 caran bi obusan hatin topbarankirin. Her wiha bi doçkayan hatin gulebarankirin.   Li hember van êrişan hêzên me di heman wextê de bersiv dan.   Herêma Firatê   Kobanê: Gundên Koran, Xirbîsan, Qeremox, Cîşan, Zormixar û bajaroka Şiyûx 12 caran bi hawanan, 11 caran jî bi obusan ve hatin topbarankirin.   Girê Sipî: Gundên Seyda, Xalidiye, Dibis, Mealîk, Îbrahîm Kurdî, Ebû Neytona, Cedîda û rêya M4 bi hawanan hatin topbarankirin.   Eyn Îsa: Gundê El Siwêdê û derdora depoyên Şergirak 8 caran bi obusan hatin topbarankirin.   Minbic: Gundên Korheyuk, Ewn Dadat û Hoşeriye 5 caran bi hawanan, 2 caran jî bi obusan hatin topbarankirin.   Tirwaziye: Bejahiya bajaroka El Kenterî bi obusan hat topbarankirin."