Rewşenbîrên Başûr li dijî êrişên dewleta tirk li Silêmaniyeyê civiyan 2022-12-04 16:23:00   NAVENDA NÛÇEYAN – Gelek kesayetên serbixwe, akademîsyen, rewşenbîr û siyasetmedarên Başûr bi rojeva êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava û Başûr li Silêmaniyeyê civiyan. Di civînê de peyama hevgirtina gelê kurd û têkoşîna hevpar hat dayîn.    Li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê bi pêşengtiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û bi tevlibûna gelek kesayetên serbixwe, rewşenbîr, siyasetmedar û akademîsyenan, li dijî êrişên artêşa tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê civînek hat lidarxistin. Civîn, li Eywana Xak a Silêmaniyeyê hat lidarxistin.    Di destpêka civînê de Nûnera PYD’ê yê başûrê Kurdistanê Cavîdan Kemal axivî û bixêrhatina mêvanan kir. Piştre jî peyamên bi dîmen ên Hevseroka PYD’ê Asya Abdulah û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî hatin xwendin.    Peyama Hevseroka PYD’ê Asya Abdulah wiha ye: “Divê em civaka kurd, aliyên xwe yên siyasî vê mijara qirkirinê û çekên qedexekirî nîşan bidin. Girîng e ku em hevbeş kar bikin, destkeftiyên li Rojava û Başûr biparêzin, têkoşîneke hevpar bimeşînin. Armanca ji êrişan, têkbirina destkeftiyan e. Bi berxwedana hevbeş û têkoşîna neteweyî em dikarin ser bikevin. Berdêlên mezin tên dayîn. Erka me ya aliyên siyasî û rewşenbîran ew e ku vê mijarê nîqaş bikin û li ber xwe bidin. Divê em destkeftiyên neteweyî û kurdistanî biparêzin. Çekên qedexe tên bikaranîn, xetereyên mezin hene û metirsiya DAIŞ’ê zêde dibe. Di her warî de divê xebatek mezin bê kirin. Divê hemû sazî û rêxistin xwe bikin yek, têkoşîneke hevpar bimeşînin û li ber dagirkeriyê rabin. Em ji bo her karî re amade ne.”   ‘DIVÊ GELÊ BAŞÛR PIŞTEVANIYEKE XURTIR BIDE’   Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî jî di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk di êrişên dawî de hemû kes û saziyên jiyanî hedef girt. Dixwazin vê herêmê ji xelkê vala bikin. Amadekariyên dagirkirina herêmên nû tê kirin. Helwesta gel a li ber vê li her derê derket holê. Dostên me jî piştevanî kirin. Doza gelê kurd dozeke rewa ye. Xetere bi dawî nebûye. Ji bo wê jî divê dewletên dost ên dijî DAIŞ’ê şer dikin helwesta xwe zêdetir nîşan bidin û gel jî hişyar be. Dewleta tirk ne tenê Rojava, her wiha dixwaze Başûr jî dagir bike. Divê gelê Başûr û Rojava hişyar be. Ji ber ku hedefa êrişan e. Dixwaze gav bi gav herêmê dagir bike. Divê gelê Başûr û kesayetên welatparêz li dijî dagirkeriyê bêhtir tevbigerin. Em şer naxwazin, em alîgirên aştiyê ne. Bi diyalogê dixwazin çareserî bikin. Divê derkevin ji herêmên me. Em ji berxwedanê re amade ne. Em ê bersivên xurt bidin. Ji gelê me daxwaza me ew e ku piştevaniyeke xurt bidin û em ê bi hev re vê planê têk bibin.”    PYD: EM BI HEV RE BIHÊZ IN   Cavîdan Kemal piştre jî peyama partiya xwe xwend. Peyama PYD’ê wiha ye: “Rejîm, naxwaze çareserî û demokratîkbûn pêk were. Daxwazên gel pêk nayîne. Me ji bo azadiyê xeta sêyemîn hilbijart. Dewleta tirk bê navber êriş kir û hêj dike. Gelek deverên mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Em li gel aştî û guftûgoyê ne. Li gel rejîma jî dixwazin guftûgoyê bikin. Daxwaza me ya ji hêzên navneteweyî ew e ku bingehekî siyasî amade bikin û Rêveberiya Xweser jî divê projeyê de cih bigre. Metirsî heye. Armanca êrişan ne tenê Rojava lê dagirkirina Başûr jî ye. Em bi hev re bihêz in û bi hev re dikarin serkevin.”    Piştî xwendinan peyaman, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Tê payîn ku encamnameya civînê bi raya giştî re were parvekirin.