Li Kobanê bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan 2022-12-04 16:39:41   NAVENDA NÛÇEYAN – Bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi hezaran kes li Kobanê meşiyan.    Bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi hezaran şêniyên Herêma Firatê li Kobanê meşiyan. Meş, li Qada Azad a Kobanê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin bilindkirin û bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”  û “Bimirin mêtînger” ber bi Taxa Kobanêya Nû ve meşiyan.    Meş, li Taxa Kobanêya Nû veguherî mitîngê. Di mitîngê de Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Macîda Hesûn axivî. Hesen, tecrîda li ser Ocalan û bêdengiya hêzên navdewletî ya li hemberî vê binpêkirina dewleta tirk şermezar kir. Bi domdarî Hesen ev tişt anî ziman: “Hêzên navneteweyî qala mafên mirovan dikin lê belê di mijara Rêber Ocalan de xwe bêdeng dikin. Girankirina tecrîd3e, berdewamiya komploya navneteweyî ye.”    Bi domdarî Hesen destnîşan kir ku Ocalan bi fikr û felsefeya xwe ruhekî nû daye wan û wiha bi dawî kir: “Em ê şerê gelê şoreşgerî dewam bikin da ku em ji destê zordestan xilas bibin. Divê hemû gelên herêmê li hember êrişên dewleta tirk a dagirker hevgirtî bin û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têbikoşin.”   Çalakî bi dirûşma “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.