Amedspor li hemberî 24 Erzîncansporê 1-2 têk çû 2022-12-04 16:40:07   AMED - Amedspor li sehaya xwe bi 24 Erzîncanporê re lîst û 1-2 têk çû.    Di hefteya 17’emîn a Koma Spî ya Lîga 2’yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor li sehaya xwe bi 24 Erzîncanporê re lîst. Amedspor, 1-2 têk çû.    Maç, li Qada Amedsporê hat lîstin û bi hezaran alîgirên Amedsporê qada trîbûnan tije kiribûn. Di deqeya 29’an a maçê de ji 24 Erzîncansporê Sînan Akaydin golek avêt û li hemberî Amedsporê 0-1 ket pêşiyê. Beşa yekemîn a lîstikê bi skora 0-1 bi serkeftina 24 Erzîncanporê bi dawî bû. Di beşa duyemîn a maçê de ji 24 Erzîncansporê Maksût Ozturk di deqeya 56’an de golek avêt û maçû bû 0-2. Di berdewamiya maçê di deqeya 82’yan de lîstikvanê Amedsporê Mehmet Ozturk golek avêt û skora maçê bû 1-2. Di maçê de piştre çi gol nehatin avêtin û maç weke Amedspor 1 û 24 Erzîncanspor jî 2 bi dawî bû.