Malbatên endamên HPG'ê: Cenazeyên zarokên me hatine şewitandin 2022-12-04 18:24:03   ŞIRNEX - Malbatên 3 endamên HPG’ê ku li Gabarê di şer de jiyana xwe ji dest dane gotin ku cenaze ji ber hatine şewitandin nayên naskirin.    Li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê di encama şerê ku di navbera hêzên HPG’ê û leşkerên tirk de derket de yek jê jin 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên her sê endamên HPG’ê rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Midûriyeta Polîsan li  malbatan geriyane û ji bo teşhîskirina cenazeyan gazî wan kirine ku biçin Şirnexê. Malbatên ku hatin Şirnexê diyar kirin ku cenaze ji ber ku hatine şewitandin nayên naskirin û ji bo ku cenaze bên teşhîskirin xwîn dane dozgeriyê.   Cenazeyê ku 2 roj in li morga nexweşxaneyê tên sekinandin li benda teşhîskirinê ne.