Civîna Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê bi dawî bû 2022-12-04 19:23:49   ŞIRNEX - Civîna Desteya Rêveberiya Xwecihî ya HDP'ê ya li Silopiya bi dawî bû.   Civîna serdema navberê ya Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li navçeya Silopiya ya Şirnexê ku li Eywana Konferansan a Şaredariya Silopiyayê duh dest pê kiribû, bi dawî bû. Hevşaredarên HDP, hevserokên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navend û navçeyên Şirnex û rêveberên HDP'ê jî di nav de 250 delege tev li civînê bûn.    Di roja ewil a civînê de jinên hatibûn hilbijartin civiyan û nîqaş kirin. Îro jî civîna têkel a bi beşdariya rêveberên HDP'ê û hevşaredaran pêk hat. Di civînê de polîtîkayên qeyûman, xebatên şaredariyan kêmasiyên hevşaredaran û plansaziya hilbijartinên ku dama bê bên lidarxistin hatin nirxandin.    Civîn bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû. Tê payinkirin ku Rêveberiyên Xwecihî di rojên pêşiya me de encamnameya civînê bi raya giştî re parve bike.