Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Êdî bes e, dengê wan bibihîsin 2022-12-08 09:06:58   COLEMÊRG - Zahîde Kiliçoglû, dayika girtî Dilxwaz Kiliçoglû, têkildarî grêvên birçîbûnê wiha got: “Bila zarokên me ji hucreyên yekkesî derxînin û xwestekên zarokên me pêk bînin. Em dixwazin zarokên me bibin cem hev. Êdî bes e. Bila dengê me bibihîsin.”   Li Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê di 4’ê cotmehê de girtiyan li dijî şert û mercên giran ên tecrîdê û binpêkirinên mafan greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dabûn destpêkirin. Greva birçîbûnê ji 16’ê mijdarê ve jî bi awayeke bêdem û bêdorveger didome. Hat zanîn ku di 1’ê kanûnê de 3 girtiyên din ên bi navên Îbrahîm Sutçu, Mehmet Işiktaş û Dîlxwaz Kiliçoglû jî tev li greva birçîbûnê bûne.    Dilxwaz Kiliçoglû, di sala 2016'an de, di dema qedexeyên derketina derve de, li Gever a Colemêrgê hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn. Kiliçoglû ku 7 sal in girtî ye, 2 salan li Wanê di girtîgehê de maye û paşê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê hatiye kirin.    Zahîde Kiliçoglû, dayika Dilxwaz Kiliçoglû ku 5 sal in kurê wê ji malbata xwe li cihekî dûr tê girtin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên girtiyan bang kir.    Kiliçoglû, destnîşan kir ku ev nêzî nêzî çara salan kurê xwe nedîtiye û got ku piştî 4 salan 3 hefte beriya niha çûye girtîgehê cem kurê xwe. Kiliçoglû, anî ziman ku dema çûye girtîgehê û dîtiye ku rewşa kurê wê nebaş bûye û ev tişt gotin: “Rewşa kurê min û hevalên wî qet nebaş bû. Rengê wî guherîbû, ber çavên wî şîn bûbûn û pir zihîf bûbû. Xwarina girtîgeh dide wan, nebaş e. Dema wê xwarinê dixwin pê nerehet dibin û nexweş dikevin.   GARDÎYAN LI GORÎ KEYFA XWE MUAMELÊ DIKIN   Çend caran xwestine ku bi pereyê xwe ji qantîna girtîgehê xwarinê bikirin lê gardiyanan bi awayekî keyfî ew asteng kirine. Hewceyî û pêdiviyên ku ji qantîne dixwazin jî piştî heqê wan biha dibe, ji wan re rê dikin. Kurê min di hevdtînê de got, ‘Ne çaya girtîgehê tê vexwarin ne jî xwarin tê xwarin.’ Her wiha kurê min got, ev ji mexsûsî wiha dikin.' Gardiyan li gorî keyfa xwe muameleyê bi wan dikin."   ‘BILA EV QASÎ ZILMÊ LI ZAROKÊN ME NEKIN’   Bi domdarî Kiliçoglû da zanîn ku piştî ji girtîgehê vegeriyaye bi 2 hefteyan pê hesiyaye ku kurê wê ketiye greva bîrçîbûnê û wiha domand: "Li hemberî pêkanînên xirab û keyfî ketine greva birçîbûnê. Kurê di telefonê de jî anî ziman û got xwarineke baş, radyoyên wan nadin, mafê wan ê telefonê tim tê astengkirin û hemû girtî xistine hucreyên yekkesî. Ji ber van pêkanînan ketine greva birçîbûnê. Mafên zarokên me, mafên hiquqî û fermî ne. Em jî dixwazin mafên wan demildest bi cih bînin. Em êdî naxwazin zarokên me ev qasî bikevin greva birçîbûnê. Heyf û mixabin, zarokên me jî guneh in. Bila ev qasî zilmê li zarokên me nekin. Ez naxwazim êdî zarokên me aciz bikin û girtî zelûl bibin. Dema em zarokên xwe di wî halê de dibînin cergê me dişewite. Di girtîgehê de me bi hev re wêne kişandin, lê nû ji me re şand. Hê jî ji ber çavê min neçûye."   DEST DANÎNE SER RADYOYA WAN   Di berdewamê de Kiliçoglû diyar kir ku gardiyanan piştî kurê wê doza radyo kiriye, gardiyanan radyo daye wî lê piştî demekê bi awayekî kêfî dest danîn ser radyoyê û got ku ji ber radyoyê bi kêfî ceza li girtiyan tê birîn. Kiliçoglû, axaftina xwe wiha domand: “Kurê min got dibe vê hefteyê, cezayê telefonê jî bidin wan. Em naxwazin êdî bi muameleyên wisa keyfî mafên zarokên me asteng bikin. Wan bi xwe radyo daye wan û careke din rabûne dest danîne ser û ceza didin wan. Gardiyanan bi hinceta ku, ‘cîhaz xistine nav radyoyê’ dest danîne ser radyoyê. Nabêjin ama kesek girtî dê çawa cîhazê bine girtîgehê. Di girtîgehan de ev qasî ewlehiyek bilind heye. Aqil nagire, yê çawa cîhazê têxin hundir. Em niha nizanin dê ji ber vê cezayekî çawa bidin wan. Yê 3 rojên din telefonî me bike. Heke telefon bike em ê zanibin bê çi ceza dane wan."    BANGAWAZÎ   Kiliçoglû destnîşan kir ku gardiyan bi awayekî keyfî ev çend car in cezayê hucreyê didin girtiyan û astengiyan didin ber wan û ev tişt gotin: “Zarokên me di girtîgehan de gelekî rezaletê dikişînin. Xwarina didin wan jî tim pê aciz dibin. Ji ber ku di girtîgehan de ev qas rastî zilmê dimîninî dikevin grevê. Em dixwazin êdî çareseriyekê ji bo zarokê me peyda bikin û mafên wan bidine wan ku ev jî dest ji grevê berdin. Ger çareser nekin, yê halê wan hê perîşantir bibe. Ger wisa bidome yê hê pê nexweş bibin.”   ‘BILA ÊDÎ RONDIK JI ÇAVÊN DAYIKAN NEBARIN’   Kiliçoglû, diyar kir ku daxwazên wan ev in ku berî ku zarokên wan nexweş bikevin daxwazên wan bên qebûlkirin û ev tişt anî ziman: "Daxwaza me ev e ku hêj ku hîn zêdetir nexweş neketine û zihîf nebûne, çareserî li halê wan bê kirin. Bila demlidest çareserî pêk were ku em jî ev qasî ji bo zarokê xwe êşê nekêşin. Em naxwazin êdî ji çavê dayîkan rondik bibarin û ev qasî çavên wan li deriya be. Bila çareyekê li halê me û zarokê me bikin. Bila malbatên girtiyan jî dengê xwe derxînin û wisa bêdeng nemînin. Em divê dest bidin destê hev, berî ku rewşa zarokên me xirabtir bibe. Ew jî guneh in, kes nizane bê di çi halî de ne.”   Bi domdarî Kiliçoglû xwest ku hemû malbatên girtiyan rabin ser xwe û axaftina xwe bi vî awayî bi dawî kir: “Tenê ne malbatên girtiyan, bila Wezîrê Dadê jî halê zarokên me bibîne û çareyekê ji wan re peyda bike. Bila li ser mafê zarokên me bisekinin û wan ji nav vê zilmê derxînin. Tenê ne ji bo girtiyên me, ji bo hemû girtiyan bila gavekê biavêjin. Bila zarokên me ji hucreyên yekkesî de derxînin û xwestekên zarokên me pêk bînin. Em dixwazin zarokên me bibin cem hev. Êdî bes e. Bila dengê me bibihîsin.”   MA / Mazlum Engîndenîz