Li Zap, Avaşîn û Metînayê hejmara leşkerên mirî zêde dibe 2022-12-08 09:07:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên Tirkiyeyê de yên li Zap, Avaşîn ve Metînayê ku 7 meh li dû xwe hiştin, her ku diçe hejmara leşkerên mirî zêde dibe. Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê navê 78 leşkeran eşkere kir lê HPG'ê jî diyar kir ku heya niha 2 hezar û 544 leşker mirine.    Cîgirê Serokatiya Giştî ya AKP'ê û Serokê Karên Ekonomiyê Nûrettîn Canîklî, di axaftina xwe ya li Desteya Giştî ya Meclisê de têkildarî budçeya ji bo mesrefên leşkeriyê agahiyên girîng belav kirin. Canîklî got, "Bedêla muhîmateke biaqil a ji F-16'an tê avêtin di navbera 400 hezra dolar û milyon û 200 dolarî de ye." Ev daxuyanî careke din êrişên Tirkiyeyê yên li Zap, Avaşîn û Metînayê bibîr xist ku 7 meh in bênavber didomin.    8 HEZAR Û 580 ÊRIŞÊN HEWAYÎ   Di êrişan de ku bi hevkariya PDK'ê di 17'ê Nîsanê de dest pê kirine, heya niha bi sedan êrişên hewayî hatine kirin. Herêm, li gel êrişên bejahiyê, her roj helîkopter û balafirên şer tê bombebarankirin. Li gorî bîlançoya 7 mehan a Hêzên Parastina Gel (HPG), herêm herî kêm 8 hezar û 580 carî hatiye bombekirin. Her wiha 2 hezar û 837 caran jî bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Gava mirov van êrişan tîne ber çavan, di warê aborî de mesrefeke gelekî zêde dertê holê.    BÎLANÇO GIRAN DIBE   Li gel van mesrefan her ku diçe hejmara leşkerên mirî jî zêde dibe. Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê heya niha gelek payebilind jî di nav de 78 esker mirine. Lê li gor HPG'ê jî di 7 mehan de 2 hezar û 544 leşker û cerdevan mirine. Her wiha HPG'ê ragihand ku 174 endamên wan jî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî heman daxuyaniyê 11 helîkopter jî hatine xistin.    LEŞKERÊN WINDA   Her wiha di vê 7 mehê de navê gelek leşkerên ku ji aliyê wezaretê ve nehatine eşkerekirin, ji aliyê HPG'ê ve hatine şekrekirin. HPG'ê daxuyand ku di 29'ê gulanê de li Metînayê çawişê biqidem Yûnûs Eylîk, çawîşê pispor Alî Taşkin (Tûgayê Qomandoya SÊrtê), çawîşê pispor Mevlut Çetîn û çawîşê pispor Ahmet Akpinar mirine.    Hat daxuyandin ku di 7'ê tîrmehê de, di şerê li Girê Şehîd Pîrdoxan ê Girê Amêdiyê ku li rojavayê Zapê dikeve, 2 esker mirine. Hat diyarkirin ku ji van eskeran navê yekî Nacî Kaygisiz e û cenazeyê wî di destê HPG'ê de ye. Her wiha paşê kunyeya Kaygisiz û amûrên wî yên leşkerî jî bi dîmena hatibûn belavkirin.    Hat diyarkirin ku di 11'ê îlonê de jî leşkerên bi navê Savaş, Fatîh, Gokhan, Serkan, Bûrak, Nacî, Harûn, Mert, Ogûz û Fûat jî mirine. Wezareta Parastinê daxuyand ku eskerên bi navê Harûn (Harûn Yildirim), Savaş (Savaş Borlû), Gokhan (Gokhan Agi) û Fatîh (Fatîh Kalkan) ku beriya daxuyaniya parastinê navê wan di ANF'ê de hatibû belavkirin, mirine.    Herî dawî jî HPG'ê daxuyand ku cenazeyê leşker Mûstafa Bazna di destê wan de ye.    Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê heya niha ji bo van leşkerên mirî ku nasnameyên wan hatine eşkerekirin û dîmenên wan hatine belavkirin tu tiştek negotiye.