Dest û lingek wî tune ye, rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dane wî 2022-12-08 09:17:45   AMED - Girtiyê nexweş Şaban Kaygûsûz ku dest û lingekî wî tune ne, ji ber rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" nayê berdan.    Li girtîgehên dewleta tirk zext û zordariya li ser girtiyên siyasî, her ku diçe zêdetir dibe. Yek ji van girtiyan jî Şaban Kaygûsûz e. Kaygûsûz ku di sala 2017'an de li Şirnexê di şer de birîndar dibe û tê girtin, çendî destê wî yê rastê û lingekî wî tune bûye jî ew bi birîndarî birine Girtîgeha Sêrtê. Kaygûsûz ku ji sedî 90 astengdar e û niha di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê ye, ji ber rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" nayê berdan.   Birayê Kaygûsûz, Mûhammed Kaygûsûz da zanîn ku di 6’e kanûnê de çûye girtîgehê cem birayê xwe û got ku birayê wî gotiye Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Kayseriyê rapora "dikarê di girtîgehê de bimîne" daye wî.   LÊGERÎNA TAZÎ LI WÎ FERZ KIRINE   Kaygûsûz anî ziman ku polîtikayên taybet li ser girtiyan tên meşandin û wiha got: “Birayê min ji sedî 90 astengdar e, dest û lingê wî yê rastê tune ye. Nikare di girtîgehê de bimîne. Me gelek caran jî anî rojevê. Di 2021’ê de dema sirgûnî Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Bunyanê hat kirin û bi gelek zext û tundiyan re rû bi rû ma. Tevî dest û lengekî wî tune ye jî hêjmariya li ser pêyan û lêgerîna tazî li wî ferz kirine. Wî jî ji ber ku ev yek qebûl nekiriye 4 gardiyanan êrişî wî kirine.”   ‘POLÎTIKAYÊN QIRÊJ'   Bi domdarî Kaygûsûz diyar kir ku ji bo berdana birayê xwe gelek caran serî li saziyên sivîl û dewletê dane lê tu bersiveke êrenî negirtine. Kaygûsûz destnîşan kir ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rewşa girtîgehan her ku diçe xirabtir dibe û wiha pê de çû: "Bi hezaran girtiyên nexweş hene û tevî nexweşiyan jî nayên berdan. Birayê min Şaban Kaygûsûz jî yek ji wan e. Polîtikayên qirêj li ser girtiyan tên meşandin. Dema em diçin hevdîtine jî gardiyan bi çavekî dijminatiyê nêzî me dibin.”   ‘EM VÊ BIRYARÊ QEBÛL NAKIN’   Di berdewamê de Kaygûsûz da zanîn ku di 6’e kanûnê de çûye girtîgehê cem birayê xwe, birayê wî jê re gotiye Nexweşxaneya Kayseriyê rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye wî. Kaygûsûz, bi lêv kir ku ew vê biryarê qebûl nakin û wiha bertek nîşan da: “Birayê min ji sedî 90 astengdar e, dê çawa jiyana xwe di girtîgehê de berdewam bike? Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê ji berê rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne da' birayê min. Ev nakokî ye. Em malbat van polîtikayên qirêj şermezar dikin.”   DEST DANÎNE SER ROJNIVÎSKA BI KURDÎ   Kaygûsûz di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser zext û tundiyên li ser girtiyan û ev tişt anî ziman: "Hefteyê 2 caran diavêjin ser qawîşan û dest datînin ser pirtûkên wan. Birayê min ji ber ku bi kurdî rojnivîsk nivîsîbû dest danîbûn ser rojnivîska wî. Di şexsê birayê min de jî diyar e ku dewlet rastiya kurd û Kurdistanê qebûl nake. Ev êrişeke taybet e. Bi vê yekê dixwazin vîna wan teslîm bigrin. Lê ne hesan e însanên ku ji bo welat û gelê xwe bitêkoşe teslîm bibin. Tevî sermaya Kayseriyê jî germahiya qalorîferan kêm dikin.    BÊDENGÎ MIRIN E   Pewîst e gelê me li dijî vê yekê bêdeng nemîne û xwedî li girtiyên azadiyê derkeve. Divê gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê bêdengiyê qebûl nekin. Ji ber ku em her roj xebera şehadetan ji girtîgehan digirin. Ev jî her tim hestên dijwar di nav malbatên girtiyan de çêdike. Bêdengî mirin e. Dijmin ji vê bêdengiyê hêz digre. Îro bi wan polîtikayên qirêj dixwazin vîna wan teslîm bigrin, ev nayê qebûlkirin. Divê gelê me di vî warî de hişyar bibe. Divê siyasetmedar û saziyên mafê mirovan jî li ser rewşa girtiyan bisekinin."   MA / Mahmût Altintaş