Doza hevşaredar Toprak ji ber guherandina şandeyê hate taloqkirin 2022-12-08 12:06:42   AMED - Danişîna doza Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin, bi sedema guherîna şandeyê hate taloqkirin.    Hevşaredara Farqîn a Amedê Naşîde Toprak ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” tê darizandin. Danişîna Toprak li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran hat lidarxistin. Toprak, tev li danişînê nebû lê parêzerê wê Burhan Arta amade bû.    Di danişînê de ji ber ku serokê dadgehê nexweş bû, şande hate guherandin. Danişîna dozê taloqî 14’ê sibata 2023’yan hate kirin.