Nasir Erdal ku gîranî hat birîndar kirin: Îsmail Arslan gule berdan min 2022-12-08 12:49:51   COLEMÊRG - Nasir Erdal ê duh li Colemêrgê di encama gule berdanê de birîndar bû, diyar kir ku cerdevan û parazvanê Serokê MHP’a bajêr Îsmaîl Arslan gule berdane wî.   Hat diyarkirin ku welatiyê bi navê Nasir Erdal derdora saet di 16.00’an de li derdora Parka Bajêr a navenda bajarê Colemêrgê ji aliyê Serokê MHP’ê yê Bajêr Fatîh Ozbek û parazvanê wî Îsmaîl Arslan ve hatiye gulebarankirin. Hat diyarkirin ku di navbera Nasir Erdalê bi guleyan bi giranî hatiye birîndarkirin û Serokê MHP'ê û parazvanê wî de nîqaş derketiye. Erdalê ku rewşa wî giran bû, ewil sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê kirin. Di dîmenên ku ketine destê ajansa me de derket holê ku Erdal ji aliyê cerdevan û parazvanê MHP’ê Îsmaîl Arslan ve hatiye birîndar kirin. Di dîmenê de li ser pirsa welatiyên li derdorê ku Erdal bi lezgînî rakirine nexweşxanê dipirsin, Erdal dibêje ku ji aliyê Îsmaîl Arslan ve hatiye gulebarankirin.   Di dîmenên ku gihiştin destê ajansa me de Erdal dibêje ku parazvanê serokê MHP'î Îsmaîl Arslan ew gulebaran kiriye. Diyaloga di navbera Erdal û welatiyên ku wî dibin nexweşxaneyê de derbas dibe wiha ye:   " - Jin: Kekê, birîna xwe baş bi şidîne ku zêde xwîn jê neyê, kekê kê gule berdan te?     - Kesê ku wesayit diajot: Ma ev nebû ev ê ku bi wî alî ve reviya? Kesêkê gule berda û bi vî alî ve reviya lê min baş nedît ku kî ye     - Jin: Kekê, kê tu gule berdan te?     - Erdal: Îsmaîl Arslan ez gulebaran kirim     - Jin: Kekê, we şer kir?     - Erdal: Na     - Jin: Çima wî gulebaran kir?"   Piştî vê pirsê, vîdeo diqede.