Malbata Şenyaşar: Wezareta Dadê li ku ye? 2022-12-08 13:29:07   RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 640’an a çalakiya Nobeta Edaletê de bertek nîşanî Wezareta Dadê da û wiha got: “Wezareta Dadê ya ku digot deriyên edliyeyan deriyên edaletê ne li ku ye?”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî Malbata Şenyaşar kir û di encamê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 640’an de berdewam kir. Emîne û Ferît Şenyaşar li pêşiya deriyê ketina edliyeyê dest bi nobetê kirin.    WEZARETA DADÊ LI KU YE?    Malbata ku çalakiya xwe bi dovîza ser “Edalet” hatiye nivîsandin didomîne, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Gelo Wezareta Dadê ya ku digot deriyên edliyeyan deriyên edaletê ne, li ku ye... Ev 640 roj in dayikek ji bo ku edalet pêk bê li ber deriyê Qesra Edaletê ya Rihayê disekine.”