Ji bo firehkirina qada mitînga Erdogan avahiya xizmetê hilweşandin 2022-12-08 14:05:07   MÊRDÎN - Ji bo berfirehkirina qada mitînga Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ku dê li Mêrdînê li dar bixe, avahiya ku weke Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî dihat bikaranîn hate hilweşandin.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan dê di 17’ê kanûnê de li navçeya Artuklu ya Mêrdînê mitîngê li dar bixe. Walîtiya Mêrdînê têkildarî mitînga Erdogan duh bi xebatkarên çapemeniyê re civiya û kitekitên bernameyê parve kir. Di vê navberê de kemçe ketin Parka Karayollariyê ku dê mitînga Erdogan lê were lidarxistin. Kemçeyên ku ketin parkê, avahiya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di nava parkê de ye rûxandin.    Welatiyên li derdorê jî destnîşan kirin ku avahiya behsa xeberê ji ber mitînga Erdogan hatiye rûxandin û wiha bertek nîşandan: “Ji bo ku cihê Erdogan berfirehtir bibe hate hilweşandin.”    Di meha gulanê de li Parka Karayollariyê xebatên nûkirinê hatibûn destpêkirin û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, ev nûkirin bi bihayê 10 milyon TL’an dabû îhaleyê.