Xizmên girtiyan 148 roj in bi daxwaza edaletê nobetê digirin 2022-12-08 14:11:32   ÎZMÎR - Xizmên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin ên Îzmîrê di çalakiya Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan daxwaza azadiyê kirin û bertek nîşanî binpêkirinên li girtîgehan dan.    Malbatên girtiyan ên Îzmîrê bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin û rakirina sepanên tecrîdê yên li girtîgehan, dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 148’an de li pêşiya Baroya Îzmîrê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên “Deng bidin zindanan” û “Ji bo girtiyên nexweş azadî” li xwe kiribûn û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Ji şer re na, aştî demildest” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Endam û rêveberên rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Çeşme û Çîgliyê jî piştgirî dan malbatan.    Di çalakiyê de dayika Denîz Poyraz ku li Rêxistina HDP’a Îzmîrê hatibû qetilkirin, Fehîme Poyraz axivî û xwest ku girtiyên nexweş bên berdan. Bi domdarî Poyraz ev tişt anî ziman: “Ma dê ev zilm heta ku derê bidome? Êdî bes e. Li bendê ne ku girtiyên nexweş bimrin an jî dema ku kêmek ji bo mirina wan ma ber didin. Em vê qebûl nakin. Dema zarokên me hatin girtin bitendurist bûn. Lê tevek li girtîgehê nexweş ketin û dimirin. Em naxwazin cenazeyên zarokên xwe bibînin. Di nava çar dîwaran de îşkenceyê li zarokên me dikin. Em xwedî li zarokên xwe derdikevin. Divê zarokên me di zûtirin demê de bên berdan.”