Salvegera 27’an a KESK’ê li Mêrsînê hat pîrozkirin 2022-12-08 14:31:47   MÊRSÎN – Salvegera 27’an a KESK’ê li Mêrsînê hat pîrozkirin û banga têkoşîna hevpar hat kirin.    Platforma Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Mersînê, li Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Mêrsînê bi daxuyaniyekê salvegera xwe ya 27’an pîroz kir.    Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa Tem Bel-Sen a Mêrsînê Mûstafa Ozbay axivî û ev tişt anî ziman: “Dîroka KESK’ê, dîroka têkoşîna kedê ye. Her wiha navê têkoşîna li dijî polîtîkayên dijdemokratîk, li dijî faşîzm, yekperestî, netewepersetî, şovenîzm û polîtîkayên dijminatiya jinan e. Dîroka KESK’ê tenê ji 27 salan pêk nayê. Roj roja wê ye ku em li dijî kedxwarî, xizanî û pergala zextê milên xwe bidin milê hev. Roj roja wê ye ku ji bo azadî û mafên gelan em yekitiya xwe ava bikin. Wer in em bi hev re bibêjin ‘na ji bêkarî û xizaniyê re.’  Em baş dizanin ku heke em têkoşîna xwe ya yekbûyî mezin bikin, dê ev kes nekarin yek rojê li ser desthilatdariyê bimînin.”