Hevalê hucreyê yê Şekarî helbest nivîsand: Xweziya min ew nûçe qet nexwendibûya 2022-12-08 16:22:22   ENQERE - Ciwanê bi navê Mohsen Şekarî îro di danê sibehê de hat bidarvekirin. Hevalê Şekarî, Babak Aghebatî ku demekî pê re di hucreyê de mabû ji bo Şekarî helbestek nivîsand û li ser hesaba xwe ya medyaya civakî parve kir.    Ciwanê 23 salî Mohsen Şekarî îro di saetên serê sibehê de ji hêla rejîma Îranê ve hat bidarvekirin. Hevalê Şekarî, Babak Aghebatî ku demekî pê re di heman hucreyê de mabû ji bo Şekarî helbestek nivîsand û li ser hesaba xwe ya medyaya civakî parve kir. Aghebatî da zanîn ku weke dîrektorê kreatîf dixebitiya, ji ber tevlibûna çalakiyan hatiye girtin û bi Şekarî re li heman hucreyê ma. Aghebatî, got ku Şekarî li kafeyekê dixebitî, keyfa wî pir bi lîstina vîdeoyan dihat. Aghebatî, helbesta ku bo Şekarî nivîsandî jî li ser hesaba xwe ya medyaya civakî parve kir.    Helbesta Aghebatî wiha ye: “Mohsen Şekarî îro hate bidarvekirin/ Hindik e mejiyê min biteqe../ Şekarî li kafeyekê dixebitî/ Di hucreyê de bi saetan qal dikir bê ka çiqas ji lîstikên vîdeoyê hez dike/ Qala tenêtiya xwe bo min dikir/ Mîna her rojê di roja dawî ya girtîgehê de jî dema şiyar bûyîm min xwest şinavan bikişînim/ Mîna her sibehê dîsa bi min re hevaltî kir/ Kengî gardiyanan xwarin hinek zêde dabûna wî, di carekê de bang li min dikir, xwarina xwe bi min re parve dikir/ Pir zêde pesnê min dida/ Her tim ji min re digot bê ka çiqas bedew im/ Xweziya te ewqas pesnê min nedabûya/ Xweziya di wê hucreyê de te doşeka xwe nakişandibûya cem ya min/ Xweziya dema ji rapirsînê hatîm te ew soda bo min ne anî bûya/ Xweziya te ewqas jidil ji min re nevegota bê ka qehwe çawa tê çêkirin/ Xweziya dema min îro serê sibehê qehweya xwe çêdikir tu hêj sax bûya/ Xweziya min ev nûçe qet nexwendibûya/ Xweziya min ji xwe û bêçaretiya xwe ewqas nefret nekira/ Xwezî...”