Dozger di asta jor de ji bo Rojbîn Çetîn ceza xwest 2022-12-08 16:23:41   WAN - Dozger di doza Sevîl Rojbîn Çetîn de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” xwest di asta jor de bê cezakirin.    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û endama Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP’ê Sevîl Rojbîn Çetîn bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtî tê darizandin. Danişîna doza derbarê Çetîn de hatiye vekirin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Çetîn ji Girtîgeha Amedê ya Jinan bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û parêzerên wê li eywana danişînê amade bûn. Çetîn di danişînê de axivî, parastina xwe kir û xwest bê berdan.    DAXWAZA CEZAYÊ DI ASTA JOR DE KIR    Dozger têkildarî dosyeya dozê mutalaya xwe pêşkêşî dadger kir û xwest Çetîn bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di asta jor de bê cezakirin. Dadger ji bo ku mutalayê binirxîne derbarê Çetîn de biryara girtina wê da û danişînê taloqî 24’ê çilteya 2023’yan kir.