Der barê daxuyaniya ‘Qirkirina Ermenan’ a HDP’ê de lêpirsîn hat destpêkirin 2022-12-08 16:43:25   ENQERE - Derbarê daxuyaniya “Bila qirkirina ermenan bê nasîn” a HDP’ê ya di 24’ê Nîsana 2021’an de dabû lêpirsîn hat destpêkirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 24’ê Nîsana 2021’an de têkildarî salvegera Qirkirina Ermenan daxuyanî dabû. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê têkildarî daxuyaniyê derbarê 11 endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê de bi tawanbariya “heqareta li tirkbûnê” lêpirsîn da destpêkirin.    Dozgeriyê îdia kir ku ji ber îfadeya “Qirkirina Ermenan” ya HDP’ê, “Li dijî menfatên netewî yên miletê tirk e” û “miletê tirk di qada navnetewî de biçûk xistiye” û derbarê rêveberên HDP’ê de ji her yekê re du sal cezayê hefsê tê xwestin.