Saman Yasîn dibe ku ji nişkê ve were darvekirin! 2022-12-08 16:44:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî darvekirina Mohsen Şekarî çav zivirîn ser girtiyên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn. Hat ragihandin ku hunermend Saman Yasîn ê 27 salî yê ji Kirmanşanê ye li Girtîgeha Şehr a Racayî xistine hucreyê. Parêzerê wî ragihand ku îro çûye girtîgehê lê nehiştine pê re hevdîtinê bike.    Çalakî û protestoyên ku piştî kuştina Jîna Emînî ya polîsan a di 16’ê îlonê de li Tehranê dest pê kir, li hemû bajarên Îran û Rojhilat belav bû. Piştî ku hêzên rejîmê bi tundiyê encam negirt dest bi darvekirina hin welatiyên binçavkirine kirin. Tê şirove kirin ku hêzên rejîmê bi vê yekê dixwazin encam bigirin.    Berdevkê Darazê Mesûd Setayîşî di 6’ê Kanûnê de di axaftina xwe ya li ajansa fermî ya dewletê IRNA’yê de ragihandibû ku heta niha cezayê darvekirinê li 7 kesan hatiye birîn. Piştî vê axaftinê ciwanê 23 salî Mohsen Şekarî, bi îdiaya ku di çalakiyên 25’ê îlonê yên li Herêma Setar Xan a li paytexta Îranê Tehranê de polîsek (Besîç) ji milê wî ve kêr kiriye, hatibû binçavkirin, îro serê sibê hate darvekirin.    Bi vê agahiyê fikar zêde bûn ku ciwanên di çalakiyan de hatine binçavkirin, bi hincetên bi heman rengî cezayê îdamê li wan hatiye birîn jî bi bêdengî bên darvekirin. Gelek bikarhênêrên medyaya dîjîtla jî bi etîketkirina saziyên mafên mirovan ên navneteweyî hewl dan balê bikişînin ser vê rewşê.    Darvekirina Mohsen Şekarî ya piştî girtina du meh û nîvan ji nişka ve bal kişand ser ciwanên ku niha di girtîgehê de ne û derbarê wan de cezayê darvekirinê hatine dayîn. Yek ji van jî muzîkjen û bestekarê kurd Saman Yasîn (Seyîdî) yê 27 salî ye.    Saman Yasîn di 2’yê cotmehê de di encama serdegirtina mala xwe de li Tehranê hatibû binçavkirin. Pişt re birin Buroya Ewlehiya Dozgeriyê ya li Girtîgeha Evînê. Piştî kirariyên li vir ew sewqî Girtîgeha Faşafuyeh hat kirin. Li wir nêzî du hefteyan di girtîgehê de ma, dîsa anîn Girtîgeha Evîn a Tehranê.   Ajansa Nûçeyan a Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku di 29’ê cotmehê de danişîna dadgehê ya ji bo gelek kesên girtî ku Saman Yasîn jî di nav de ye hatiye lidarxistin. Di heman rojê de gelek daxuyaniyên medya dewletê nîşan da ku bi rengekî vekirî diyar kir ku Yasîn bi zor û îşkenceyê hatiye girtin. Hat ragihandin ku Saman Yasîn sê rojan li cihekî sar û serê wê vekirî hatiye ragirtin, bênavber rastî tundiyê hatiye û piştî ji cihekî bilind hat avêtin, zorî lê hatiye kirin ku îfadeyê bide.   Medyaya rejîmê ragihand ku hunermendê kurd bi “dijminahiya Xudê” (muharebe) û “bi armanca li dijî ewlehiya welat kombûne û peymana veşartî” tê tawanbarkirin   Darizandin û binçavkirina Saman Yasîn a bi sûcdariya dijminahiya Xudê” (muharebe) li ser îfadeyên ku di encama zext û îşkenceyê de hatine bidestxistin, malbat, rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya Kurdistan û Îranê xist nava fikaran.    MAFÊ WÎ YÊ BI PARÊZER RE HEVDÎTINÊ BIKE NEHAT NASKIRIN   Malbata ku di 9’ê mijdarê de ji bo zarokên xwe bibînin ji Kirmanşanê çûn Tehranê hevdîtina wan a bi zarokê wan re hate astengkirin. Li ser vê yekê malbata Saman Yasîn ji ber mafê ragihandinê yê bi malbatê re hate astengkirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Rêveberiya Girtîgehê di roja duyemîn a çalakiyê de destûr da ku malbat bi zarokê re hevdîtinê bike.    Saman Yasîn di 24’ê mijdarê de cara duyemîn bi malbata xwe re hevdîtin kir. Malbat diyar dike ku heta niha zarokê wan bi parêzer re nekariye hevdîtinê bike û mafê ku parêzerekê bigirin tê astengkirin.    LI GIRTÎGEHA ŞEHR A RACAYÎ XISTIN HUCREYÊ    Hate ragihandin ku herî dawî Saman Yasîn ji Girtîgeha Evîn sewqî Girtîgeha Şehr a Racayî ku li Guhardeşt a bi qasî 20 kîlometreyan dûrî Tehranê ye hatiye kirin û li vir xistine hucreyê. Ragirtina wî ya di vê girtîgehê de fikarên darvekirinê zêde kirin.    DAYIKA SAMAN YASÎN: ALÎKARIYA KURÊ MIN BIKIN BILA NEYÊ DARVEKIRIN   Dayika Saman Yasîn di videoya li ser medyaya dîjîtal parve kir de bang li herkesê kir ku kurê wê ji darvekirinê xelas bikin û wiha got: “Ez dayika Saman Seyîdî me. Hûn wî weke Saman Yasîn nas dikin. Cezayê darvekirinê li kurê min birîn. Mafê wî yê parêzerî nehat naskirin. Banga min li we, li mafên mirovan, li her kesî ye; Alîkariya min bikin ku ez bigihim kurê xwe. We li ku derê dîtiye ku mirovek ji ber tenekeya çop hatiye kuştin? Kurê min hunermendeke ne serhildêr e. Ez dayikeke dilê wê dişewite me. Alîkariya kurê min bikin. Bila kurê min neyê darvekirin.”   PARÊZERÊ MALBATÊ: MIXABIN CEZA JI HÊLA DADGEHA ÎNQILABÊ VE HATIYE DAYIN   Parêzerê malbatê Muhammed Îsmaîl Beygî, li ser hin îddiayên weke  "cezayê Saman Yasîn ne îdam e" di hesabê xwe yê medyaya sanal de daxuyaniyek weşand û wiha got: "Îro (08 Kanûn) ji bo ez wekaleta Saman Yasîn (Seyidî) bigirim çûme girtîgehê, lê mixabin weke hercar bi hinceta ku li ser dosyayê biryara veşartinê heye nehîştin ez wekaletê bigirim. Mixabin, ceza ji hêla Dadgeha Înqilabê ve hatiye dayin û ji bo temyîzê niha li Dadgeha Bilind e." Parêzer destnîşan kir ku ew li benda biryara Dadgeha Bilind in.   DI DERBARÊ XWEPÊŞANDARAN DE BIRYARA ÎDAMÊ TÊ DAYIN   Alî Moazzamî Goudarzî, Muhammed Biroqanî û bijîşk Hemîd Qarahesenlu jî di nav de tê gotin ku hin kesên din jî heya niha cezayê îdamê li wan hatiye birîn. Dîsa di 6ê Kanûnê de di danişîneke dadgehê de di derbarê 5 kesan de hukmê îdamê hate aşkera kirin. Di heman dozê de derbarê 11 kesên ku di nava wan de 3 zarok jî hebûn heya 25 salan cezayên giran hat dayin. Ev kes bi îdiaya ku di 3yê Mijdarê de di dema girtina riya di navbera Karac-Kazvinê de polisekî (Besic) bi navê Ruhullah Acmaîn hatiye kuştin dihatin darizandin. Cezayê li wan hatiye birîn jî wê bê temyîzkirin.    MA / Abdurrahman Gok