ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-09 09:00:27   * Rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê êrişên li ser Rojavayê şermezar kirin û gotin: "Li hemberî kurdan şerekî bêexleq tê meşandin. Ger hiqûq hebe dê dewleta tirk bê darizandin.”   *  Rûkiye Şik, dayika Rênas Karaz (Mûhammed Şik) ku di şerê li dijî DAÎŞ'ê de li Kobanê  jiyana xwe ji dest dabû bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojavayê dan û got: “Tu mafê wan tune êrişî Rojavayê bikin. Divê em çar aliyên Kurdistanê bibin yek û çi ji destê me bê divê em bikin."   * Kesên xwe wekî MÎT'ê û polîsan didin naskirin sîxurtiyê pêşniyazî Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Qilebanê Zîlan Yamanê dikin. Yaman ku bi mehan in rastî van pêkanînan tê, got ku dê giliyê van kesan bike.    * Malbatên girtiyan ên li Amedê çalakiya Nobeda Edaletê li dar dixin, ji bo çalakiya girseyî ya li dijî tecrîdê ku dê li Amedê bê lidarxistin bang kirin: "Heta Serok azad nebe zindan jî azad nabin. Banga me ji bo hemû gel e ku di 11 mehê de tevlî çalakiyê bibin.”   * Hevserokê HDP'ê yê Rihayê Ahmet Atiş diyar kir ku ji ber tecrîda li Îmraliyê fikarên gelê kurd hene û got ku hêza çareseriya meseleya kurdî Abdullah Ocalan e.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 641’an de berdewam bike.    * Li Lijneya Giştî ya Meclisê wê budçeya Wezareta Veguhestin û Binesaziyê, Wezareta Çandinî û Daristanê û Wezareta Parastinê bê nîqaşkirin. (11.00) ZINDÎ   * Têkildarî îstîsmarkirina zarokan a li cemaet û tarîkatan wê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn. (11.00)   * Hevserokên KCD’ê, DBP’ê û parlamenterê Wanê Sezaî Temellî wê li Wan, navçe û gundên wê bi gel re bicivin. (12.00-17.00)   * Baroya Rihayê wê li avahiya baroyê panela bi navê “Azadiya ramanê û polîtîkaya bêcezahiştinê” li dar bixe. (14.00)