'Ger hiqûq hebe divê dewleta tirk bê darizandin' 2022-12-09 09:01:17   AMED - Rêxistinên civaka sivîl ên Amedê êrişên li ser Rojava şermezar kirin û gotin: "Li hemberî kurdan şerekî bêexleq tê meşandin. Ger hiqûq hebe dê dewleta tirk bê darizandin.”   Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji şeva 19-20’ê mijdarê ve didomin. Di êrişan de balafirên şer, Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA), obûs, topên hawanan û çekên giran tên bikaranîn. Di erişan de heya niha gelek mirovên sivîl hatine qetilkirin û nexweşxane, embarên genim, dibistan û perestgeh jî hatin bombebarankirin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl bertek nîşanî êrişên dewleta tirk dan.   ‘HEKE HIQÛQ HEBE DÊ BÊ DARIZANDIN’   Hevserokê Şaxa Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Êlihê Medenî Onar bi lêv kir ku dewleta tirk ne tenê erişî başûrê Kurdistanê dike, di heman demê de erişî Bakur û Rojhilata Sûriyeyê jî dike û wiha got: "Em dibînîn ku çekên kîmyewî yên li dijî mirovahiyê tên bikaranîn. Îro şerekî li dijî exlaqê mirovatiyê dide meşandin."   Onar wiha domand: “Exlaqek şer jî heye lê dewleta tirk tu exlaqan nas nake û bi alîkariya dewletên NOTA’yê û dewletên din erişî Rojava dike. Cihên wekî kadînên genim, nexweşxane, dibistan û mizgeftan jî bombebaran dike. Armancan wan ew e ku vir bide valakirin û gelê vir bide koçberkirin. Heke dewletên NOTA’yê destûr û rê nedana, dewleta tirkan nedikarî êriş bike. Ev bêdengî, wekî alîkariyê ye."   Bi domdarî Onar bang li saziyên navneteweyî û demokratan kir ku li dijî vî şerî rabin û ev tişt anî ziman: "Di serî de divê saziyên wekî mafên mirovan, dewletên ku dibêjin 'em demokrat in û mafên mirovatiyê diparêzin' li dijî vê rabin. Îro bi taybet li ser gele kurd şerekî bêexlaq tê meşandin. Heke hiqûq hebe, divê dewleta tirk ji ber van êrişên bêexlaq bê darizandin. Em bawer dikin ku dê di demê pêş de bê darizandin. Ji bo ev êriş bên sekinandin, divê em û hemû saziyên mafên mirovan zêdetir dengê xwe derxînin. Yê ku dibeje 'ez mirov im, demokrat im', divê li hemberî van êrişan rabe."     'ŞERÊ LI DIJÎ EXLAQÊ MIROVAHIYÊ'     Hevseroka Komeleya 78'an a Amedê Xalîse Batkgî jî anî ziman ku ew jin û dayik tu carî şer naxwazin û got ku şer talankirin, xirakirin û barandina hêsirên dayikan e. Batgî, bilêv kir ku berî ku zelal bibe bê ka kê teqîna li Taksîma Stenbolê kiriye, êrişî Rojava hatiye kirin û axaftina xwe wiha domand: “Piştî teqînê çend caran hezên Rojava daxuyanî dan ku tu têkiliya wan bi wê teqînê re tune ye. Lê dîsa jî rabûn êriş kirin."    Batgî, destnîşan kir ku exlaqekî şer heye û bal kişand ser peymanên navneteweyî. Batgî, got ku di peymanên navneteweyî de hatiye diyarkirin ku divê di şer de cihên wekî nexweşxane, dibistan, perestgeh, embarên genim û hwd. neyên bombebarankirin û wiha pê de çû: "Bombebarankirina cihên bi vî rengî sûc e. Lê em bala xwe didinê ku ev der jî tên bombebarankirin. Ev ne exlaqî û însanî ye.”   'BILA HEVDÎTIN BI BIRÊZ OCALAN RE BÊ KIRIN'   Bi domdarî Batgî bibîr xist ku ev 40 sal in şer berdewam dike û got ku êdî dixwazin ev şer bi dawî bibe û aştî çêbibe. Batgî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev mesele, gava hevdîtin bi Reberê PKK'ê Ocalan re çêbibe dê bê sekinandin. Ev mesele bi nîqaşan tê çareserkirin. Ger hevdîtin bi birêz Abdullah Ocalan re bihata kirin, dê ev pêvajoya giran hinekî siviktir bûbûya. Belkî ev şer bihata sekinandin û çareseriyek çêbûbûya. Sedema feqîrî û tunebûna civakê jî ev şer e. Bila hevdîtin bi birêz Ocalan re bê kirin. Dema hevdîtin pêk tê, şer hinekî disekine, kuştin çênabin. Însanê ku bêje 'ez mirov im' gere vî tiştî bixwaze.”   ‘HEKE ÎMAN HEBE RÊGEZÊN EXLAQÊ JÎ DÊ HEBIN’   Mele Seyda Kîno jî diyar kir ku “Ola îslamê aştî, aramî, edalet e û li dijî şer e. Pîvana îmanê ew e ku tu çawa ji qewmê xwe re bixwazî, divê tu ji qewmê din re jî bi heman awayî bixwazî. Heke ne wisa be, îman pêk nayê.” Kîno bal kişand ser rêgeza îmanê û ev nirxandin kir: "Heke ku îman hebe, rêgezên exlaqê jî hene û di dema şer de jî be ev rêgeza exlaqê nayê binpêkirin. Lê dema îman nebe, hemû tiştên bêxlaqî yê biqewimin. Em bala xwe didinê ku di êrişên li ser Rojava de hemû mafê jin, zarok û kalan tên binpêkirin û mafê wan ê jiyanê esas nayê girtin."   'EV RÊBAZA DÎKTATORIYÊ YE’   Kîno wiha domand: “Dewleteke endamê NATO’yê, bi piştgiriya NATO'yê êrişî Rojava dike. Di van êrişan de kaniyên avê, neweşxane, dibistan, embarên genim û perestgeh tên hilweşandin. Ev rêbaz, rêbaz  dîktatoriyê ye, dîktatorên xwinmij in û bîr û baweriya wan tune ye. Ji mirovatiyê sûd negirtine. Ev rêbaz li dijî exlaqê ye. Tu eleqeya wan bi nirxên mirovahiyê û exlaqê nîne. Li cem wan empatî tune ye. Gelo ev bê serê we, hûn ê vî tiştî qebûl bikin yan na?"   ‘OL LI HEMBERÎ ZILMÊ YE'   Di berdewamê de Kîno da zanîn ku ol  li hemberî zilm û zordariyê radibe û axaftina xwe wiha qedand: "Ayetek heye ku dibêje, dema li derekê zilm û zordarî hebe, divê hûn li hemberî wê rabin û zilmê ji holê rakin. Divê her kes ji hêla ve xwe rabe. Nebêje ev qewm ne ji min e, ez ranabim. Îro komkujiyek li ser welatekî çêdibe. Di serî de li hemû bawermendên Rojhilata Navîn û cîhanê ferz e ku li hemberî vê zilme rabin û wan şermezar bikin û bibêjin eleyeqa we bi olê re nîn e. Olê îstîsmar dikin û li keleka wan jî cih negirin."     MA / Mehmet Guleş