Dayika ku kurê wê li Kobanê jiyana xwe ji dest da: Çi ji destê me bê divê em bikin 2022-12-09 09:02:49   AMED - Rûkiye Şik, dayika Rênas Karaz (Mûhammed Şik) ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de li Kobanê  jiyana xwe ji dest dabû bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava dan û wiha got: “Tu mafê wan nîne ku êrişî Rojava bikin. Divê em çar aliyên Kurdistanê bibin yek û çi ji destê me bê divê em bikin."   Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji şeva 19-20'ê mijdarê ve didomin. Heya niha di van êrişan de gelek sivîl hatine qetilkirin û zirar gihaştiye gelek cihwaran. Li gel vê bertekên li dijî êrişan jî didomin.   Rûkiye Şik, dayika Rênas Karaz (Mûhammed Şik) ku li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da jî nerazîbûna xwe ya ji bo êrişên vê dawiyê yên dewleta tirk anî ziman. Şik, bang kir ku her kes xwedî li rojavayê Kurdistanê derkeve û wiha got: "Tu mafê wan tune êrişî Rojava bikin. Divê em çar aliyên Kurdistanê bibin yek û çi ji destê me bê bikin."   ‘JI BO KOBANÊ XILAS BIKE ÇÛ’   Dayik Rûkiye Şik diyar kir ku lawê wê Mûhammed Şik (Renas Karaz) dema li Hatayê zanîngeh dixwend çûye Kobanê û wiha qala lawê xwe kir: “20 salî bû, li Zanîngeha Hatayê Tedawiya Fîzîkê dixwend. Her tim doza zimanê dayikê û mafê gelê xwe dikir. Di zanîngehê de jî pir serkeftî bû. Sala wî ya sêyan bû li zanîngehê, şerê Kobanê nû dest pê kiribû, di sala 2014’an de me bihîst ew jî çûye Kobanê. Wê demê em jî çûn Pirsûsê, ser sînorê Kobanê. Li wir me têkilî bi hevalekî wî re danî û em bi Mihemed re axivîn. Di telefonê de ji me re got, ‘DAIŞ êrişî gelê Kobanê dike, jinên ciwan difroşin, serê pîr û zarokan jê dikin. Ji bo em Kobanê xelas bikin ez hatim, hûn jî werin alikariya me, em gelê xwe ji destê DAIŞ'ê xelas bikin.’ 16 rojan em li ser sînor man. Me çi dikir dewletê nedihişt em derbasî Kobanê bibin. Hemû tank û topên wan li ser sînor bûn. Dewletê jî alîkariya DAIŞ'ê dikir lê alikariya gelê Kobanê nedikir. Heke destûr bidana em derbasî Kobanê bibin, belkî zarokên me şehîd neketana, xelas bûbûna."   ‘JI BO MIROVAHIYÊ CANÊ XWE DAN’   Bi domdarî dayik Şik da zanîn ku bi rêya telefonê xebera mirina kurê wê gihaştiye wê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Her roj cenaze dihatin. Kesên ku li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, ji bo mirovahiyê canê xwe dan. Di 1’ê mijdara 2014’an de Mihemedê min jî şehîd bû.  Em bi telefonê pê re diaxivîn. Beriya şehîd bikeve bi çend rojan ji me re got, ‘Canê me biçe jî em ê wan însanan xelas bikin.’ Roja înê bû, te digot qey kêr li sînga min ketiye, min nikaribû bisekinim. Bavê wî got, telefon neke lê min sebir nekir û geriyam. Lê hevaleke wî telefon vekir, jin bû. Li ser telefon digot, ‘Ji me re teqwiyê bişînin, em tev şehîd ketin.’Min jê pirsa Mihemedê xwe kir. Min got, 'ez dayika Renas im.' Wê jî got, ‘Ez bi qurbana Rênasê te bim, Rênasê te şehîd ket.' Min got, Mihemedê min nexin destê DAIŞ'ê, radestî me bikin. Wê jî got, ‘Heke ez nekevim destê DAIŞ'ê ez ê Mihemedê te bişînim.’ Li ser sînor em 500 kes hebûn. Min li ser sînor got, Mihemedê min ji bo gelê Kobanê, gelê Rojava cane xwe da, bila serê gelê me yê bi rûmet sax be. Me cenazeyê Mihemedê xwe anî Amedê, ew miletê li ser sînor jî bi me re hatin. Me ew bi girseyî li Goristana Karazê veşart.”   LI DIJÎ ÊRIŞAN YEKITÎ   Di berdewamê de Şik bal kişand ser êrişên dawî yên dewleta tirk ên li dijî Rojava û destnîşan kir ku mafê dewletê tune ye ku êrişî Rojava bike û wiha bertek nîşan da: “Erdogan di qesra xwe ya fireh de ye, zarokên feqîran jî dide kuştin.Tu mafê wan tune ku êrişî Rojava bikin. Rojava tevahî xirab bû, DAIŞ’ê Kobanê serûbin kir lê wan ji nû ve ew der ava kirin. Niha cardin dewleta Tirkiyeyê êrişî zarok, pîr û malên wan dike. Vî çileyê zivistanê li ser Kobanê, Dêrik û hemû cihên din girtine û wan bombebaran dikin. Ew hemû ne şervan in, di malê xwe de ne, sivîl in. Çi mafê dewletê heye êriş dike û mala wan hildiweşîne, zarokên bêguneh dikuje. Xwedê jî vê qebûl nake. Zarokên me li dijî DAIŞ’ê şer kirin, ji bo Kobanê xelas bikin şehîd bûn, ne ji bo kêfê."   Dayik Şik, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo Kobanê çi ji destê gel tê divê bike. Em dixwazin êdî ev xwîn bê sekinandin û zarokên kesî nemirin. Banga min ji bo dayikên tirkan û leşkerên dewletê re jî heye. Divê ew jî li dijî vî şerî rabin. Bila bibêjin 'çima zarokên me bimirin, ji ber çi bimirin?' Bila ew jî rabin ser xwe û vê xwîne bidin sekinandin.”   Di dawiya xaftina xwe de dayik Şik bi lêv kir ku divê li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Rojava her çar aliyên Kurdistanê bibin yek û ev tişt anî ziman: "Ez helwesta PDK'ê şermezar dikim. Heke her çar aliyên Kurdistanê bibin yek, dê vî şerî bidin sekinandin. Heke malbata Barzanî xwedî li gelê xwe derketana niha nikaribûn êrişî Başûr û Rojava bikin. Lê malbata Barzanî ji bo berjewendiya xwe pêşiya êrişan ji dewleta tirk re vekir. Niha li vir jî yek bibêje ez kurd im wan digirin û dixin zindanê. Ji ber wê divê em li dijî van êrişan bibin yek. Ew kurdan tune dihesibînin. Li dijî êrişên li ser Rojava çi ji destê gelê me bê divê bike."