Kesên xwe wekî MÎT'ê û polîsan didin naskirin 'sîxurtiyê' li hevseroka HDP'î ferz dikin! 2022-12-09 09:03:50   ŞIRNEX - Kesên ku xwe wekî endamên MÎT'ê û polîsan didin naskirin sîxurtiyê pêşniyarî Hevseroka HDP'a Qilebanê Zîlan Yamanê dikin. Yaman ku bi mehan in rastî van sepanan tê, got ku dê giliyê van kesan bike.    Li bakurê Kurdistanê yek ji bajarên ku fuhûş, tiryak û polîtîkayên şerê taybet lê zêde bûne yek jê jî Şirnex e. Kesên ku xwe wekî endamên MÎT'ê û polîsan didin naskirin, sîxurtiyê li ser jinan û ciwanan ferz dikin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Qilêban a Şirnexê Zîlan Yaman, ji roja bûye hevserok heya niha hin kes bi hejmarên xerîb lê digerin û jê dixwazin ku hevdîtinê pê re bikin. Lê ji ber ku Yaman vê yekê qebûl nake, ev kes vê carê peyaman jê re dişînin û wê taciz dikin. Yaman, têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    BI ROJANIN RASTÎ TACÎZE MÎT Û EMNIYETÊ TÊ   Zîlan Yaman diyar kir ku bi mehan e ew rastî tacîza van kesan tê û wiha behsa mijarê kir: "Min di 9'ê çileya 2022'yan de dest bi peywira xwe kir. Piştî çend mehan cendirmeyan bi rêya xizmekî me hewl da ku xwe bigihîne min. Fermandarê cendirmeyan ji min re got, 'Ez dixwazim bi te re hevdîtinê bikim.' Min jî ji wî re got, 'Çima?' Ji min re got, 'Ez dixwazim te pîroz bikim.' Piştî vê gotinê min jî ji wan re got, 'Ev hevdîtin qet nabe û hûn bi xwe jî vê yekê baş dizanin. Ger tu carekî din teklîfeke wiha li min bikî ez ê giliyê te bikim.' Çend meh bi ser re derbas bûn, vê carê jî şaxa ewlehiyê ya polîsan telefonî min kir. Dîsa gotin, 'Were em bi hev re çayekê vexwin. An em werin wir an jî hûn werin vê derê.' Herî dawî di 25'ê mijdarê de hatim binçavkirin. Dema em li qereqolê bûn, polîsekî bi cil û bergên sivîl hat cem min. Hewl da ku bi min re sihbet bike û ji min re got, 'Silav Zîlan, tu çawa yî?' Min jê pirsî: 'Tu min çawa nas dikî?' Ji min re got, 'Ez we hemûyan nas dikim, ez li her derê dixebitim.' Paşê piştî ku ez hatim berdan, çend roj bi şûnde vî kesî li ser WhatsAppê peyam ji min re şand. Ji min pirsî 'Zîlan Xanim tu min nas dikî?' Paşê min ji wî re got ku ez wî nas nakim. Ji min re got, 'Ez Alî me, me bi te re li qereqolê li ser pêyan hevdîtin kiribû.' Ji min re got, 'Min li ser mijarekî bi re tiştek axifîbû, were em bi hev re çayekê vexwin, bi rastî jî tiştên girîng hene ku divê em li ser biaxivin.' Min jî ji wan re got ku ev ne cara ewil e ku ev teklîf li min tê kirin. Min ji wan re got, 'Hûn her tim dixwazin bi min re hevdîtinê bikin lê ev hevdîtin qet nabe. Tiştekî wiha ne pêkan e.' Her wiha ji min re got, 'Ma tu qet nabêjî çima ez?' Min ji wan re got, 'Ne hûn, ne tu sazî û ne jî kesên din hûn çi qas peyaman bişînin û daxwaz bikin jî ez ê bi we re hevdîtinê nekim. Inyeta we diyar e.' Ji min re peyamên wekî 'Em ê teqez hev bibînin' şandin."    DÊ GILIYÊ WAN BIKE   Yaman, anî ziman ku ew çi bikin jî ew ê bi van hewledanan negihîjin armanca xwe û wiha got: "Ez ê giliyê van kesan bikim. Ev ne yek, ne du, ne jî sê ye. Ji dema ez hatime ser vê peywira xwe heta niha, ew hewl didin ku min bixin tora xwe. Lê çi bikin jî ew ê nikaribin bigihîjin armanca xwe. Li Kurdistanê her tim polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Em her roj rastî van polîtîkayan tên. Pispor, polîs, cerdevan çiqas bixwazin dikarin bikin lê tu carî nikarin me ji vê têkoşînê dûr bixin. Dema ku ciwanek tê partiyê, ew bi berdewamî pê dilîzin û hewl didin ku wî/wê bixin tora xwe. Ez bang li ciwanan jî dikim ku berbayî van lîstikan nekevin. Ez hevseroka navçeyekê me û nûnertiya navçeyekê dikim lê ew dikarin îro min pir bi hêsanî taciz bikin. Ez vê qebûl nakim. Ew hewl didin ku hevseroka partiyekê bixînin. Îcar li halê ciwanan bifikirin. Divê ciwan li ber xwe bidin û berbayî van lîstikan nekevin."