Banga ji bo beşdarbûna çalakiyên girseyî yên li dijî tecrîdê: Heta Serok azad nebe zindan jî azad nabin 2022-12-09 09:04:29   AMED - Malbatên girtiyan ên li Amedê çalakiya Nobeda Edaletê li dar dixin, ji bo çalakiya girseyî ya li dijî tecrîdê ku dê li Amedê bê lidarxistin bang kirin: "Heta Serok azad nebe zindan jî azad nabin. Banga me ji bo hemû gel e ku di 11 mehê de tev li çalakiyê bibin.”   Rêberê PKK’e Abdullah Ocalan 24 sal in tê tecrîdkirin. Tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê, li girtîgehên din jî belav bûye. Pêkanînên tecrîdê herî zêde bandorê li girtiyên nexweş dike. Malbatên girtiyan ku li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê ji bo berdana girtiyên nexweş, girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin û bi dawîbûna pêkanînên tecrîdê nobedên edaletê li dar dixin, dê di 11'ê kanûnê de li Amedê û di 12'ê kanûnê de jî li Wanê wekî çalakiyên girseyî li dar bixin.    Çalakgerên Nobeda Edaletê ya Amedê têkildarî mijarê destnîşan kirin ku zext û tundiyên li girtîgehan girêdayî tecrîda li ser Rêberê PKK’e Abdûllah Ocalan e û ji bo beşdarbûna çalakiya girseyî ku dê li Amedê li dar bixin, bang kirin.    ‘BILA TECRÎD BÊ RAKIRIN’   Nazîme Boltan, dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan, anî ziman ku tecrîd bandorê li hemû girtîgehan dike û ev tişt gotin: “Tecrîd, li ser hemû girtiyan heye. Bila tecrîda bê rakirin. Heke tecrîd bihata rakirin ew qas zext û tundî li ser girtiyan nedihatin kirin. Di çalakiya nobeda edaletê de jî daxwaza me ew e ku tecrîd bê rakirin. Em dibêjin bila pêkanîn tecrîdê li hemû zindanan bên rakirin.”   BANGAWAZÎ   Boltanê ji bo tevlibûna çalakiya girseyî ya li dijî tecrîdê û fînala Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan wiha bang kir: "Ev sal û mehek e em di çalakiya nobeda edaletê de ne. Di 11'ê mehê de em ê bi çalakiyeke girseyî ya li dijî tecrîd, dawî li çalakiya xwe bînin. Ji bo tevlibûna çalakiyê banga me li hemû gelê me û yên xwedî wicdan ev e ku di 11 mehê de li Parka Koşûyolûyê tev li çalakiya Nobeda Edaletê bibin. Daxwaza me ji bo hemû girtiyan e, ne tenê ji bo zarokên me ye.”   Reşahat Ada, xwişka girtiyê nexweş Hamdûsena Ada jî destnîşan kir ku wan ji ber zext, tundî û sepanên tecrîdê dest bi çalakiya nobeda edaletê kirine û wiha axivî: “Daxwaza me ev e ku girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyayê bên berdan. Ji bo em tabûtên girtiyan ji zindanan dernexin me dest bi çalakiya edaletê kir. Daxwaza me daxwazeke bi şeref e. Me got, bila edalet pêk were, me aştî xwest û em dibêjin bila zext û tundiyên li ser zarokên me bên rakirin.”   ‘HETA SEROK AZAD NEBE ZINDAN JÎ AZAD NABIN’   Adayê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’e Abdullah Ocalan jî û ji bo tevlibûna çalakiya ku dê di 11'ê kanûnê de bê lidarxistin wiha bang kir: “Heta Serok azad nebe, zindan jî azad nabin. Serokê me jî azad û zindaniyên me jî wê azad bibin. Çavê me li aştiyê ye, heke aştî pêk were dayik û ewlad jî wê bigihên hev. Em li dijî şer in, em naxwazin hêstiren dayikan birijin. Ji bo çalakiya 11'ê mehê banga me li hemû gel ew e ku bila werin tev li çalakiya li Parka Koşûyolûyê bibin. Em ê li wir doza edaletê bikin û zext û tundiyên li zindanan bişkînin.  Em ê bi ser bikevin, serkeftin dê ya me be.”