‘Abdullah Ocalan hêza çareseriyê ye' 2022-12-09 09:05:45   RIHA - Hevserokê HDP'ê yê Rihayê Ahmet Atiş diyar kir ku ji ber tecrîda li Îmraliyê fikarên gelê kurd hene û got ku hêza çareserkirina meseleya kurdî Abdullah Ocalan e.    20 meh in xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Îmraliyê de ne, nayê girtin. Serlêdanên malbatan û parêzeran ên ji bo hevdîtinê bi hinceta "cezayên disiplînê" tên astengkirin. Her wiha serlêdanên ji bo hevdîtinê yên Hevserokên giştî yên HDP û DBP'ê yên li Wezareta Dadê kirine jî nehatine bersivandin. Hevserok Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Parêzer Ahmet Atiş destnîşan kir ku bidawîbûna tecrîdê re dê aloziya civakî çareser bibe.    TECRÎDA GIRANKIRÎ   Atiş destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi awayekî giran tê tecrîdkirin û got ku li Girava Îmraliyê bi hincetên abdusrd cezayên dîsîplînê tên birîn. Atiş bilêv kir ku ev hemû hincetine kêfî ne û wiha got: "Herî dawî di 25'ê Adara 2021'ê de hevdîtineke bi telefonê çêbû, lê ew jî di nîvî de hat qutkirin. Ji wê çaxê heya niha tu xeber nayên girtin. Ev jî dibe sedema binpêkirina mafan. Her wiha ev nîşan dide ku dewlet guh li qanûnên xwe jî nake. Bi awayekî giran tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan, hem di warê mirovî hem jî di warê hiqûqî de dibe cihê pirsgirêkan."    'NEÇARESERÎ DIBE SEDEMA ALOZIYÊ'   Atiş bibîr xist ku di sala 2013'an de 3 milyon û nîv mirov gotine "Birêz Ocalan vîna min e" û got: "Lê tecrîda girankirî fikaran li gelê kurd peyda dke." Atiş destnîşan kir ku divê tecrîd bê rakirin û guftûgo dest pê bikin û got ku gelê kurd wekî navnîşana çareseriyê îşaret bi Ocalan dike. Atiş wiha axivî: "Israra di neçareseriyê de, dibe sedema aloz û karesatê. Hat tespîtkirin ku meseleya kurdî bi polîtîkayên ewlehîparêz nayê çareserkirin. Em nizanin bê çima di neçareseriyê de israr dikin. Ji ber ku meseleya kurdî bi rêyên demokratîk nayê çareserkirin welat di warê aborî, civakî, çandî û siyasî de di nava buhranekê de ye. Sedema van pirsgirêkan, neçareserkirina meseleya kurdî ye."    'ABDULLAH OCALAN HÊZA ÇARESERIYÊ  YE'   Atiş anî ziman ku fikarên gelê kurd hene û got ku her kes dizane ku meseleya kurdî dê bi heman senaryoyan neyê çareserkirin. Atiş ku got "Muxatabê çareseriyê Îmralî ye, birêz Abdullah Ocalan e" xwest tecrîd bê rakirin.   Atiş di dawiyê de destnîşan kir ku axaftina Abdullah Ocalan dê aramiyê bîne welat û wiha got: "Îro ro hem ji bo Rojhilata Navîn hem jî ji bo Ewropayê pêşniyazên demokratîk ên birêz Abdullah Ocalan hene."    MA / Mujdat Can