Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT dikare li dijî Tirkiyeyê daxuyaniyê bide 2022-12-09 10:18:56   STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Cengîz Yureklî diyar kir ku heke dewletên têkildarî li gorî pêşniyaran di mijarên îşkence û miameleya xerab de sererastkirinan nekin, rayeya CPT’yê heye ku li dijî wan dewletan daxuyaniyê bide.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ku bi komployeke navneteweyî anîbûn Tirkiyeyê heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ku bi Ocalan re di heman girtîgehê de tên ragirtin, jî di tecrîdê de ne. Ji 25’ê adara 2021’an heta niha tu agahî ji Ocalan û girtiyên din nayên girtin. Parêzerên Ocalan, malbat û vasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdanan dikin lê yan bersiv nayên dayîn an jî bi hinceta cezayê “disiplînê” tên astengkirin. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da zanîn ku di navbera 20-29’ê îlonê de çûye serdana Îmraliyê. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî di 29’ê mijdarê de daxuyaniyek da û da zanîn ku miwekîlên wan bi CPT’yê re hevdîtin nekirine.     Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî têkildarî serdana CPT’yê û helwesta miwekîlên wan de bi ajansa me re axivî.    ‘CPT 3 SAL Û NÎVAN NEÇÛ ÎMRALIYÊ Û EV PIRSGIRÊK E’    Yureklî, bal kişand ser serdana CPT’yê û wiha got: “Jixwe serdana CPT’yê daxwaza me jî bû. Her hevdîtineke bi birêz Ocalan re, her hewldaneke li dijî şert û mercên nemirovî yên li Îmraliyê bo me girîng e. Me jî ev serdan weke geşedaneke erênî nirxandibû lê ewqas jî bipirsgirêk e. Lewma divê mirov wateyeke zêde lê bar neke. Ji ber ku CPT beriya vê serdanê herî dawî di bihara 2019’an de çû bû serdana Îmraliyê. Bi ser re 3 sal û nîv derbas bûn. Ev dem, demekî ji rêzê nîne. Rewşa li Îmraliyê xerab bû û têkiliya wan a bi cîhanê re qut bû ku ev 21 meh in em agahiyan jê nagirin. CPT mecbûr nebû ku xwe li benda vê bigire. Neçûna wan a di nava 3 sal û nîvan de, bi tena serê xwe pirsgirêk e. Me awayekî periyodîk ji wan re ragihand ku em miwekîlên xwe re hevdîtinan nakin. Ne tenê me, gelek derdorên cuda jî jê re gotin. Tevî vê yekê jî CPT 3 sal û nîvan neçû.”    ‘REWŞEKE XETERNAK E’   Bi domdarî Yureklî got ku CPT derheqê tenduristî û ewlehiya miwekîlên wan de agahiyan parve nake û wiha domand: “Seknekî wisa raber nake ku fikarên heyî ji holê rabin. Pir hindik jî be tu agahiyan parve nake. Rewşa heyî, rewşeke xeternak û pirsgirêk e. Me agahî girt ku birêz Ocalan derneketiye hevdîtina bi CPT’yê re. CPT’yê hêj bersivek nedaye bê ka ev agahî rast e yan na. Gelo hevdîtin çima çênebû, hikûmetê destûr neda yan CPT’yê nekarî? Gelo dibe ku birêz Ocalan bi protestokirina rola CPT’yê re ev rewş teşhîr kiribe? Gelo rewşên cuda yên ku haya me jê nîne hene? Em bersivên van pirsan nizanin.  Tenê dema ku me bi miwekîlên xwe re hevdîtin kir dikarin hîn bibin. Em rol û mîsyona CPT’yê dizanin û me ji wan tu raporên berfireh nexwestine. Lê Tenê daxwazeke me heye, em dibêjin bê ka rewşa tenduristî û ewlehiyê ya birêz Ocalan baş e yan na? Ev jî berpirsyartiyeke ku mafên mirovan esas digire.    DIVÊ CPT ÎŞKENCEYA LI ÎMRALIYÊ VEBÊJE    Di rewşên wiha de nayê qebûlkirin ku CPT tenê agahiyan bide hikûmetan û agahiyan bi malbat û parêzeran re parve neke. Nexwe di rewşeke wiha de tu wateya hevdîtinê namîne. Tenê bi xwe re rewakirina îşkenceyê tîne. Di halê hazir de dibin şirîkên tecrîdê. Ev tê wê wateyê ku berpirsyartiya encamên îxtîmalî li xwe digirin. Jixwe li gorî peymanê divê CPT derheqê rejîma Îmraliyê de agahiyan bide. Ev rayeya wê heye. Heke dewleta navborî li gorî pêşniyarên CPT’yê hinek tiştan sererast neke û di helwesta xwe biisrar be, wê demê rayeya CPT’yê heye ku derheqê mijarê de bi raya giştî re agahiyan parve bike. Bêguman rewşa ku birêz Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê tê de dijîn, li gorî lîteratûra hiqûqê îşkence jî derbas kiriye. Lewma divê ev sazî rayeya xwe bi kar bîne û bibêje ku rejîma li Îmraliyê, şert û mercên ku birêz Ocalan tê de tê ragirtin û helwesta biisrar a hikûmetê ya dermirovî bi raya giştî re parve bike. CPT’yê di serdanên xwe yên 20 sal berê de jî digot ku divê pergaleke wisa bê avakirin ku hevdîtinên bi malbat û parêzeran re bi rêk û pêk bin. Lê ev rewş roj bi roj xerabtir bû. Em qala rewşeke ku 21 meh in agahî nayên girtin dikin. Ev ne rewşeke wisa ye ku mirov sivik nêz bibe. Heke rewşeke cuda rû bide jî berpirsyartiya CPT û saziyên ewropî tê de hey. Lewma divê prosedûra CPT’yê ya muyîdeyan her tim di meriyetê de be. Divê bibêje ku rewşa li Îmraliyê îşkence derbas kiriye.”    ‘JI BO WAN A GIRÎNG NE MAFÊN MIROVAN LÊ BERJEWENDÎ NE’    Di berdewamê de Yureklî da zanîn ku divê CPT weke saziyeke serbixwe tevbigere lê li gorî daxwazên dewletên ku endamên Konseya Ewropayê ne tevdigere û wiha pê de çû: “Peymanên aborî, polîtîk, ewlehî û dîplomatîk ên dewletan, bandorê li ser CPT’yê dikin. Anku ji bo wan mafên mirovan zêdetir, berjewendiyên wan girîng in. Divê aliyê navneteweyî yê pirsgirêka kurd ku birêz Ocalan di demên berê de gelek caran teşhîr kiriye, neyê paşguhkirin. Divê bê dîtin ku komploya li dijî birêz Ocalan hatiye kirin, şerê NATO’yê ye. Ji bo ku komploya navneteweyî mayînde bibe, rejîma tecrîdê ev 24 sal in didome. Agahînegirtina 21 mehan jî divê di vê çarçoveyê de bê fêmkirin.”    DOZA ATÎNAYÊ Û ŞÊWEYÊ PARVEKIRINA WÊ   Têkildarî parastina ku DMME’yê ji ber Doza Atînayê ji Yewnanistanê xwestî jî Yureklî ev tişt anî ziman: “Divê lingê komploya navneteweyî yê Ewropayê jî ji hêla hiqûqî ve bê mehkûmkirin. Ev yek girîng e. Birêz Ocalan jî li ser vê mijarê pir disekine. Di lingê komploya navneteweyî yê Ewropayê de rola herî qirêjî Yewnanistanê lîst. Li dijî wê me di çarçoveya hiqûqa navxweyî de hinek hewldan kirin. Serlêdanên ku me di sala 2008’an de kiribûn di tebaxa 2018’an de biencam bûn. Daraza wan daxwazên me red kir û got ku para wan di komployê de nîne. Li ser vê yekê me di 2019’an de serî li DMME’yê da. Dosya îsal hat nirxandin û ji aliyan re hate şandin. Ji ber ku hêj hemû qonaxên wê diyar nebûne, me ev rewş parve nekir. Di dema pêwîst de em ê agahiyan jî parve bikin. Lê haya me ji dem û şêweyê parvekirina wê nebû. Xuyaye ku haya meqamên Yewnanistanê jî ji vê rewşê nîne. Bawerim nûçegihanê ji Tirkiyeyê ku di ajansa almanan de dixebite ev agahî parve kir. Bi têgehan lîstine û gotin; ‘dadgehê serlêdan qebûl kir.’ Bi vî awayî pêşkeşkirina wê ji xwe pirsgirêk e. Tam di demeke ku hevdîtina bi CPT’yê re de ku şert û mercên tecrîdê tên nîqaşkirin de ev agahî hat parvekirin. Gelo ev nûçe ji bo kê hat çêkirin? Dibêjin ku dê encama serlêdana li dijî Yewnanistanê di demekî nêz de diyar bibe. Lê çima serlêdana me ya di sala 2011’an de ji bo DMME’yê hatiye kirin nayê bersivandin. Divê ev were lêpirsîn. Nivîsên aliyan ên di vê serlêdanê de di nîsana par de temam bûne û di qonaxa biryardayînê de ye. Li gel ku hemû kar û bar xelas bûne jî, li gel ku ev 21 meh in em agahiyan ji birêz Ocalan nagirin, DMME ji bo vê dosyayê biryarê nade.”    MA / Mehmet Aslan