‘Mafê girtiyan ê tenduristiyê tê xespkirin’ 2022-12-09 10:32:24   MÊRSÎN - Rêveberê TÛAY-DER’a Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş diyar kir ku ji ber ferzkirinên “mûayeneya bikelemçe” û “lêgerîna nava dev” mafê girtiyên nexweş ê tedawiyê tê xespkirin û wiha got: “Mafê girtiyan ê xwe gihandina tenduristiyê heye û mafê kesê nîne ku vê asteng bike.”   Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Li girtiyên nexweş ên tevî hemû bangên parazvanên mafên mirovan nayên berdan “mûayeneya bikelemce” û “lêgerîna nava dev” tê ferzkirin. Girtiyên ku vê ferzkirina li dijî mirovahiyê qebûl nakin naçin nexweşxaneyê û revîrê û ji mafê tenduristiyê bêpar dimînin.    PEYMAN TÊ BINPÊKIRIN   Lê belê xalên têkildarî mafê tenduristiyê yê girtî yan hikumxwaran ên di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ku Tirkiye alîgirê wê ye de cih digirin, bi awayekî vekirî radixe ber çavan ku Tirkiye li gorî peymanê tevnagere.   PERGALA TECRÎDÊ    Rêveberê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) Ergîn Altûntaş, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tên ragirtin û diyar kir ku mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin. Altûntaş, anî ziman ku di bingeha binpêkirinên mafan ên diqewimin de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye sepandin heye û destnîşan kir ku bi dawîkirina tecrîdê wê binpêkirinên mafan jî bi dawî bibin.    Altûntaş da zanîn ku girtiyên nexweş ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê û Girtîgeha Kampûsa Tarsûsê sirgûnî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê hatine kirin û ew li hucreyên yek kesî tên ragirtin û anî ziman ku tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin    GIRTIYÊN NEXWEŞ   Altûntaş, daxuyand ku nexweşiyên giran ên Abdûlazîz Ozdemîr, Mehmet Abay û Sûphî Aydin ên li Girtîgeha Kampus a Tarsûsê dimînin û Kemal Ozelmali yê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê dimîne hene û wiha got: “Abdûlazîz Ozdemîr 30 sal in girtî ye nexweşiyên wî yên dil û mîde hene. Mehmet Abay 25 sal in girtî ye û nexweşiyên wî yên sara, tansiyona bilind û nexweşiya şekrê hene. Cezayê Sûphî Aydin ê ku 6 sal hatine misogerkirin heye. Nexweşê gurçika ne û divê girêdayî makîneya dîyalîzê bê kirin lê belê ji aliyê rêveberiyê ve tê astengkirin.”   SENDROMA WERNICKE KORSAKOFF   Altûntaş, anî ziman ku yek girtiyê nexweş ku tedawiya wî tê astengkirin jî Kemal Ozelmali yê nexweşiya “Sendroma Wernicke Korsakoff” pê re heye û wiha berdewam kir: “Kemal Ozelmali yê nexweşiya Wernicke Korsakoff pê re heye ji linge xwe yê çepê ji ber birîndarbûnê seqet e, ji ber krampên di dest, stû û lingên wî de pirsgirêkên hevsengiyê hene û dikare bi alîkariya girtiyên din pêdiviyên xwe yên rojane peyda bike. Saziya me serî li ÎHD’ê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Meclisê dan. Lê tevî hemû hewldanên me jî me tu encam negirtin.”   ‘BÊYÎ MUZAKERE BERDIN’   Altûntaş diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, ji ber ferzkirina muayeneyên bikelemçe û “lêgerîna nava dev” mafên tedawiyê yên girtiyên nexweş tên xespkirin û anî ziman ku ev rewş binpêkirina mafên mirovan e. Altûntaş, diyar kir ku ev pêkanîn li dijî rûmeta mirovahiyê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mafê mirovan ê xwe gihandina tenduristiyê heye û vî mafî kes nikare asteng bike. Divê demildest bêyî muzakereyan girtiyên nexweş bên berdan.”