Di Hefteya Mafên Mirovan de li Emîne Şenyaşara doza duyemîn hat vekirin 2022-12-09 11:40:42   RIHA – Di Hefteya Mafên Mirovan de li Emîne Şenyaşar ku 641 roj in Nobeta Edaletê didomîne 2 doz hatine vekirin. Bi van dozan re 15 lêpirsînên derheqê Emîne Şenyaşar de hatine destpêkirin 6 jê veguherîn dozê.    Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1948’an de 10’ê Kanûn weke Roja Mafên Mirovan a Cîhanê qebûl kir. Her wiha hefteya ku ev roj tê de ye jî weke Hefteya Mafên Mirovan hat qebûlkirin.    Yek ji bajarên bakurê Kurdistanê ku binpêkirinên mafan her tim lê domdar jî Riha ye. Yek ji van binpêkirinên herî mezin ên di salan dawî de jî tiştên ku Emîne Şenyaşar jiyayî ne ku di 14’ê hezîrana sala 2018’an de hevjîn û 2 kurên wê ji hêla xizm û pararstvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Baran ve hatin qetilkirin. Hêj Şenyaşar şîna hevjîn û kurên xwe negirtibû ku îcar kurê wê Fadil Şenyaşar hate girtin.    DANIŞÎN DI 17’Ê ÇILEYÊ DE YE   Di dosyaya cihê kargehê de li Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh cezayê hefsê hat birîn. Dosyaya nexweşxaneyê ku Esvet, Celal û Adîl Şenyaşar hatibûn qetilkirin jî piştî 4 sal û 4 mehan hat vekirin. Danişîna ewil a dozê di 17’ê çileya 2023’yan de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê tê lidarxistin.    15 LÊPIRSÎN Û 6 DOZ HATIN VEKIRIN   Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, 641 roj in bi daxwaza darizandinake adilane û berdana Fadil Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digirin. Di vê demê de daxwazên Emîne Şenyaşar nehatin qebûlkirin û derheqê wê de 15 lêpirsîn hatin destpêkirin. Ji van lêpirsînan 6 jê veguherîn dozan. Ji van dozan 2 jê di Hefteya Mafên Mirovan anku di 6’ê kanûnê de jê re hatin ragihandin. Ji 15 lêpirsînan 2 jê di Hefteya Mafên Mirovan de hatin destpêkirin.    Parêzerê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Alî Aslan ku di heman demê de yek ji parêzerên malbatê ye, têkildarî lêpirsîn û dozan axivî û got ku tevahiya lêpirsîn û dozan di dema Nobeta Edaletê de hatine vekirin.    'DIXWAZIN TÊKOŞÎNA EDALETÊ ASTENG BIKIN’    Aslan, da zanîn ku ji 2 teqîbat û 15 lêpirsînên derheqê Emîne Şenyaşar de hatine destpêkirin 6 jê veguherîne dozan û wiha got: “Ev lêpirsîn û teqîbate jî bi îdiaya ‘heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye’ hatine vekirin. Tevahiya lêpirsînan di dema Nobeta Edaletê de hatine vekirin. Bi van lêpirsînan dixwazin têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar asteng bikin. Di gelemperiya lêpirsînan de dibêjin; ‘dema Yildiz peywira xwe ya cemaweriyê pêk dianî, heqaret lê hatiye kirin.’ Lê di îdianameyan de nayê gotin bê ka Yildiz çi peywira cemaweriyê kiriye. Tenê tê îdiakirin ku Yildiz parlamenter û peywirdarê cemaweriyê ye û gotinên derheqê wî de ‘heqaret’ in. Dema em li dosyayan dinihêrin, dibînin ku nehatiye destnîşankirin bê ka ev gotin ji ber kîjan tvgerê hatiye kirin.”    ' QETILKIRINA 3 KESAN PEYWIRA CEMAWERIYÊ NÎNE’   Bi domdarî Aslan got ku dozên tên vekirin girêdayî qetilkirina 3 endamên Malbata Şenyaşar in û wiha bi dawî kir: “Heke Yildiz îdia bike ku ji ber peywira wî heqaret lê tê kirin, bingeha vê jî kiryara qetilkirina 3 endamên Malbata Şenyaşar ji hêla xizm û parastvanên Yildiz AKP’î ye. Ev yek jî weke peywireke cemaweriyê nayê qebûlkirin. Lewma jî lêpirsînên derheqê Emîne Şenyaşar de derhiqûqî ne. Dixwazin bi vî awayî çalakiya malbatê asteng bikin. Gelo ma ev tiştekî rasthatî ye? Em baş nizanin lê ev îdianame di Hefteya Mafên Mirovan de ji malbatê re hatin teblîgkirin.”   MA / Mujdat Can