Ji ber ambargoya Şamê 2 tax bê ceyran man 2022-12-09 12:56:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber ambargoya rejîma Şamê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ev 12 roj in bêceyran in.    Ambargoya rejîma Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebe ku piranî kurd lê dijîn didome. Ji ber ambargoyê, ev 12 rojin ceyranên her du taxan hatine birîn. Her wih a ji ber ku mazot kêm tê dayîn, welatî nikarin di vê zivistanê de avahiyên xwe germ bikin. Esnafên her du taxan neçar dimînin ku di saetên zû de dikanên xwe bigirin.    Komîteya Jeneratoran a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê têkildarî mijarê bi ANHA’yê re axivîn û gotin ku ji bo 80 jenerator bên xebitandin, hefteyê pêdivî bi 400 varîlên mazotê çêdibe. Hat ragihandin ku jenerator di saetên şevê de ji bo malan û di danê rojê de jî ji bo projeyên bazirganî û profesyonel tên xebitandin.    Lê belê ji ber ku pêdiviya mazotê nayê bicihanîn, xebitandina jeneratoran jî zehmet dibe. Hevşaredarê Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê Selah Sino got ku ambargoya Tûgaya 4’an a rejîma Şamê pirsgirêkeke mezin e û wiha got: “Divê sivîl û saziyên xizmetê ji pevçûnên di navbera aliyan de dûr bên xistin. Ji ber ku Tûgaya 4’an tu qanûn, makeqanûn û standartên însanî nas nake, di nava dewletê de dewleteke din ava kiriye.”