Di dosyaya KCD’ê de ji bo Aktar biryara beraetê hat dayîn 2022-12-09 15:16:49   AMED - Di doza KCD’ê de biryara cezayê 6 sal û 3 mehan ê Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar hatibû betalkirin. Li ser vê yekê Aktar dîsa hat darizandin. Di danişîna îro de ji bo Aktar bi sedema ku delîl kêm in biryara beraetê hate dayîn.    Çareremîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi hinceta ku di Lijneya Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de peywir girtiye û axaftina di civînên KCD’ê de axivî ye, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz li Serokê Baroya Amadê yê berê Mehmet Emîn Aktar vekiribû û 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dabû. Lê belê Dadgeha Dadî ya Herêmê ya Amedê bi sedema “delîl kêm in” ev biryar betal kir. Li ser vê yekê Aktar jinûve hat darizandin. Danişîna biryarê ya Aktar li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Aktar û parêzerên wî Resûl Tamûr, Semra Balyan û Mesût Beştaş di danişînê de amade bûn.    DOZGER DAXWAZA CEZA KIR   Di danişîna biryarê de dozger mutalaaya xwe da û xwest ku Aktar bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” were cezakirin.    Piştre jî Aktar parastina xwe kir û got ku ew KCD’ê weke saziyeke sûc qebûl nake û plarformeke hiqûqî ye ku ji hêla sivîlan ve hatiye avakirin.    Parêzerê Aktar, Resûl Temûr jî diyar kir ku miwekîlê wî weke nûnerekê rêxistinên civaka sivîl tev li civînan bûye û nabe ku ev yek weke xebatekê rêxistinê bê nirxandin. Temûr, daxwaza beraeta miwekîlê xwe kir. Parêzer Semra Balyan û Mesût Beştaş jî daxwaza beraeta miwekîlê xwe kirin.    Şandeya dadgehê jî bi sedema “delîl kêm in”, ji bo Aktar biryara beraetê da.