Cenazeyê Abî piştî 6 salan dan malbatê 2022-12-09 21:47:46   MÊRDÎN - Cenazeyê Bedîrhan Abî yê HPG'î ku di sala 2016'an de li Herêma Omeriya di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 6 salan radestî malbata wî hat kirin.    Cenazeyê Bedîrhan Abî (Tîrêj) yê HPG'î ku di 29'ê Mijdara 2016'an de li Herêma Omeriya ya Mêrdînê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 6 salan radestî malbatê hat kirin. Piştî encama DNA'yê diyar bû, malbata Abî hat Mêrdînê. Malbat ji bo cenaze wergire çû edliyeyê û piştî karên li edliyeyê cenazeyê Abî ji "Goristana Bêkesan" a li Goristana Bajêr a Kamorê ya li navçeya Artûklûyê wergirt.   Cenazeyê Abî ber bi Wanê ve hat birêkirin. Cenaze dê li Goristana Karşiyaka ya Wanê bê definkirin.