104 qurbanî hatin bibîranîn: Em ê raperîna xwe mezin bikin 2022-12-10 12:13:31   ENQERE - Di bîranîna 104 qurbaniyên di Qetlîama Garê ya Enqereyê de canê xwe ji dest dan peyama, “Em ê raperîn û hêrsa xwe mezin bikin û li vir bin” hat dayîn.    Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê ji bo 104 qurbaniyên di êrişa bombeyî ya Gara Enqereyê de hatibûn qetilkirin, di meha 86’emîn de bernameya bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn li ber Gara Enqereyê pêk hat û rêveberên HDP, ÎHD’ê tev li bîranînê bûn. Pankarta wêneyên qurbaniyan li ser hat vekirin û dirûşma hatin berzkirin. Ji bo 104 qurbaniyan deqîqeyek rêz hat girtin.    Seroka Komeleyê Mehtap Sakîncî Coşgun destnîşan kir ku ew ê dest ji daxwaza bernedin û ew tevî hemû astengiyan jî têkoşîna edaletê dikin û got: “Em ê raperîn û hêrsa xwe mezintir bikin û li vir bin. Em di meha 86’emîn de hemû qurbaniyên xwe bi bîr tînin. Di 27’ê kanûnê de dê danişîna dozê bê lidarxistin, em her kesî vedixwînin ku piştgiriya me bikin.”    Hevserokên ÎHD’a Enqereyê jî kurte axaftin kirin. Di dawiya bîranînê de jî Bayram Kaya helbest xwend û qurbaniyan bi bîr anî. Herî dawî jî tacegulek ku 104 qurbaniyan temsil dikir û bi destan hatibû çêkirin li dara ber Gara Enqereyê ye kirin.