'Tahîr Guldal ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da' 2022-12-10 15:13:39   COLEMÊRG -  ÎHD’a Colemêrgê têkildarî girtiyê nexweş Tahîr Gurdal ê jiyana xwe ji dest da destnîşan kir ku Gurdal di encama xemsarî û binpêkirinên li girtîgehê canê xwe ji dest da.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê têkildarî girtiyê nexweş Tahîr Gurdal ê cezayê wî hat taloqkirin û 13 roj şûn ve duh bi şev jiyana xwe ji dest da, li avahiya KESK’ê ya Geverê civîna çapemeniyê li dar xist. Nûnerên rêxistinên sivîl tev li civînê bûn.    Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê Yûsûf Çboanoglû daxuyanî da û da zanîn k udi roja mafên mirovan de jî mirov bi binpêkirinan re rûbirû dimînin û ev binpêkirin li dijî rûmeta mirovan in. Çobanoglû bal kişand ser mirina Guldal û got: “Tahîr Guldal di encama xemsarî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Em carek din li vir gazî rayedaran dikin, pêwîste girtiyên nexweş hemû demildest bên berdan.”