Ji bo meşa li dijî tecrîdê bang kir: Em ê li dijî faşîzmê li kolanan bin 2022-12-10 16:33:41   AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a li Amedê serdana esnafan kir bi gotina “Em ê her tim li her derê li dijî faşîzmê li kolanan bin” ji bo meşa sibê li dijî tecrîdê were lidarxistin banga tevlibûnê kir.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Meclisa Dayikên Aştiyê, têkildarî meşa ku wê sibê ji bo bale bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin were lidarxistin li navçeya Yenîşehîrê serdana dikandaran kirin.    Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz û şandeya pê re dema serdanan de ji aliyê esnafan ve bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin. Aydenîz a bi esnafan re axivî wiha got: “Hûn vê zilmê dibînin, em her tim li ser piyan in. Em natirsin û em ê serbikevin. Em li dijî vê zilmê bi hev re têbikoşin.” Esnafan jî wiha got: “Heta mirinê em bi we re ne. Ji hin kesan re dikanên me girtî ne lê ji we re heta dawiyê vekirîne. Em bi we re ne.”   ‘EM Ê LI DIJÎ FAŞÎZMÊ LI KOLANAN BIN’   Aydenîz a piştî serdana dikandaran li ber avahiya HDP’a Yenîşehîrê axivî, wiha got: “Îro me xwest li Amedê serdana dikandaran bikin. Lê bi hezaran hêzên ewlehiyê û bi wesayîtên xwe hewl dan asteng bikin. Di rastiyê de tecrîd ev e. Ev nîşan dide ku çiqasî tehamûlî mafên mirovan dikin. Serdana dikandaran jî nîşan dide bê çiqasî bêçare ne ku bi tirseke bi vî rengî dişopînin. Em her tim diyar dikin ku em ê li her derê, li her derdorê li dijî faşîzmê têbikoşin û em ê kolanan tu carî vala nehêlin. Em ê her roj li kolanan bin.”