Ramazan Ateş ê di sala 1992’yan de hatibû girtin tehliye bû 2022-12-10 16:40:34   AMED - Ramazan Ateş ê li Amedê di sala 1992’yan de bi hêcetên siyasî hatibû girtin, ji Girtîgeha Bunyana Kayseriyê hat berdan.    Ramazan Ateş piştî 30 sal di girtîgehê de ma ji Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Tîpa T’yê ya Jimara 2’yan hat berdan. Ateş di sala 1992’yan de li gundê Tepecîk a bi ser navçeya Karaza Amedê tê girtin. Li Dadgeha Ewlehiya Dewletê hat darizandin û bi îdiya “xesarê daye yekitî û tevahiya dewletê” û “endamtiya rêxistinê” cezayê muebedê lê hat birîn. Ateş piştî ku cezayê wî yê 30 salan qediya îro ji hefsê derket.    Malbata Ateş ji bo pêşwazîkirinê duh ji Amedê çû Kayseriyê. Malbatê îro li ber hefsê bi kêfxweşiyê Ramazan Ateş pêşwazî kir û piştî pêşwaziyê berê xwe dan Amedê.