Li Mexmûrê starta çalakiyên li dijî tecrîdê 2022-12-10 19:06:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşmeya ‘Duh derbas bû, sibe dereng e, hema niha em ê tecrîdê bişkênin’ bi daxuyaniyekê starta çalakiyên xwe eşkere kirin.   Şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşmeya ‘Duh derbas bû, sibe dereng e, hema niha em ê tecrîdê bişkênin’ bi daxuyaniyekê starta çalakiyên xwe eşkere kirin. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlekö metna daxuyaniyê xwend.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku heta ew rêberê xwe bi awayek fîzîkî azad nekin wê çalakiyên wan berdewam bikin.   Xurbet Îşlekê starta çalakiyan eşkere kir û got: “Em ji bo raya giştî û hemû cihanê didin diyarkirin ku di vê em yek deqe, yek roj û yek dem bêyî ku em bi serokatî re jiyan bikin derbaz nekin. Ji bo wê jî ji îro û şûn de weke gelê wargehê emê li vir starta çalakiyên xwe eşkere bikin. Ji ber ku Rêber Apo vîn, hebûn û azadiya gelê Kurd e, ji bo wê gelê me yê Kurd ku li kuderê dibe bila bibe hemû demildest destê xwe bidin hev ji bo azadiya Rêber Apo. Ji ber ku Rêber Apo xeta me ya sor e, ev 24 salin dibin tecrîdek girankirî de tê ragirtin ji bo wê jî em wek gelê wargehê û hem jî wek gelê Kurd vêna qebûl nakin. Her roja ku derbaz dibe fikarên ku di derbarê Rêber Apo de tên diyarkirin, me dixin di nava metirsiyê de. Ji bo wê divê demildest parêzerên Rêber Apo û malbata wî hevdîtinê li gel çêbikin ku em jî weke gelê Kurd nefesekê bistînin. Ev tecrîda girankirî bi gelê Kurd tenê ma be jî wê bê şikandin. Ji bo ev çalakî were meşandin wê her roj di demjimêr 14:00’an de destpê bike. Di rêze bernameya çalakiyên me de semîner, dahorandinên Rêbertî, sînevîzyon, beşê çandî û hwd wê her roj bi çalakiyên cûr be cûr were dayîn û ji aliyê gel ve were ziyaret kirin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.