Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê: Berxwedana me didome 2022-12-11 09:02:20   AMED - Avahiya Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê bêyî haya xwendekaran hatibû guherandin. Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê ku li dijî vê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn gotin ku dê çalakiya xwe bi awayên cuda bidomînin.    Xwendkearên Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê ji ber ku bêyî wan biryara guherandina avahiya fakûlteya wan hatibû dayîn, di 31'ê cotmehê de dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn. Xwendekaran piştî du hefteyan çalakiya xwe ya rûniştinê bi dawî kiribûn. Xwendekaran ragihand ku bidawîkirina çalakiya rûniştinê nayê wateya bidawîbûna çalakiyan û ji bo piştgirî û piştevaniya wan, malavayiya rêxistinên demokratîk û civaka sivîl kirin.    Xwendekar Rohat Çapkin anî ziman ku di dema çalakiyê de sê caran hevdîtin bi Rektor Prof. Dr. Mehmet Karakoç re kirine û got ku rektor di hevdîtina dawî de gotiye dê biryara xwe di ber çavan re derbas bikin lê dîsa li ser heman biryarê maye.    'EM Ê LI DIJÎ BIRYARÊN ANTÎDEMOKRATÎK BIN'   Xwendekar Kaan Înceler jî bi lêv kir ku ev pêvajo zûzûka hatiye birêvebirin û ev tişt anî ziman: "Qantînek jî tune bû ku xwendekar lê rûnin. Bi destpêkirina protestoyan re rêveberiya zanîngehê tadîlat û peyzaja avahiya nû lezand û qantîna wê temam kir. Taybetiya herî girîng a çalakiyê ew bû ku li hemberî biryarên ferzkirî yên rêveberiya zanîngehê avakirina çandeke kolektîf bû di nava xwendekaran de. Ev çand, tenê ne ji bo veguhestina avahiya fakûlteya hiqûqê, bi taybetî yekperesî, nijadperestî, zayendperestî, homofobî û feraseta rantxwiriyê ya di akademiyê de jî da ber nîqaşan û hê jî dide ber nîqaşan. Piştî çalakiya rûniştinê forûm hatin lidarxistin û me biryar da ku em berxwedana xwe bi awayekî piralî bidomînin. Bidawîbûna çalakiya rûniştinê nayê wateya ku berxwedana me bi dawî bûye."    Têkildarî mijarê xwendekar Gulbahar Ateş jî diyar kir ku wan bi çalakiya xwe ya dawî çalakiya rûniştinê ya li ber fakûlteyê bi dawî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê ev biryar wekî ku her tişt qediyabe hat fêmkirin. Wekî ku derdê me tenê avahiyek be, hat nîşandan. Lê em baş dizanin ku gelek destkeftiyên me hene. Axirê li dijî rêveberiya antîdemokratîk girseyek çêbû. Me di vê pêvajoyê de dît ku bê rêxistinbûyîna vê girseyê çi qasî bivênevê ye. Ji ber vê niha em di nava xwe de li ser metodên rêxistinbûyînê nîqaşan dikin."    Ateş, destnîşan kir ku dê xwendekarên fakûlteya hiqûqê her tim li cem hev bin û têkoşîna xwe bidomînin.    Xwendekar Ridvan Toktaş jî wiha got: "Em xwendekarên fakûlteya hiqûqê, çêkirina avahiya nû wekî tunehesibandin bîra ku hatiye afirandin û îzolasyona li hemberî yekitiya xwendekaran dinirxînin."